27'ê Mijdarê li Azingeyê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li navçeya Azinge ya ser bi bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Kurdistaniyên li navçeya Azinge ya ser bi bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê dijîn, 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Pîrozbahî ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Saratov ve hat organîzekirin û li Kulûba Zaninge Santralî bi beşdariya bi sedan kesan pêk hat. 

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Çinar Tolhildan axivî.

Tolhildan diyar kir ku PKK destena vejînê ya gelê Kurd e û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî hêviya azadiyê ye. 

Tolhildan da zanîn ku modela jiyanê ya manîfestoya şaristaniya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo derketina krîza li cîhanê, yekane rêya çareseriyê ye.

Piştî axaftinan hunermend Mem Ararat ê ji Bakurê Kurdistanê hat, hunera xwe pêşkêş kir. Dûre Koma Lorîn, koma govendê û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

...