21 girtî sirgûn kirin

21 girtiyên li Sêrtê, ku yên bi nexweşiya giran jî di nava wan de hebûn, sirgûnî girtîgehên cud ahatin kirin. Malbat dema îro ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê bi sirgûnê hesiyan.

Derket holê, 21 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê diman, roja 13'ê Çileyê bêyî ji malbatan û parêzeran re agahî bê dayîn, sirgûnî girtîgehên cuda kirine. Malbat dema îro ji bo hevdîtinê çûn girtîgehê bi sirgûnê hesiyan. Yek ji girtiyên hatine sirgûnkirin Veysel Akkûrt e ku nexweşiya epîlepsî pê re heye û lê giran bûye.

Girtî sirgûnî van girtîgehan hatin kirin:

Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê: Melek Çarpan, Mervan Karakûş, Methî Adar, Methî Aykaç, Nevzat Çelîk, Remzî Turkoz, Sabrî Bark, Suleyman Aktaş, Şakîr Tûtûş.

Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê: Mehmet Salîh Temel, Ramazan Gultekîn, Şiyar Tîmûrtaş, Vedat Oktay, Mehmet Yaman.

Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê: Cafer Akdogan, Cemîl Ayhan, Îsmaîl Tekkek, Lokman Danerî, M. Halîl Gumuş, Veysel Akkûrt, Huseyîn Arasan.