2 kesên li Rihayê hatin binçavkirin nikarin bi parêzeran re hevdîtin bikin

Şoreşger Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen yên li Rihayê hatin binçavkirin, bi fermana serdozger ve nikarin parêzerên xwe bibînin. Têkildarî jiyana her du kesan, tirs û fikar hene.

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya diyar kir, bi rêya telefonê ji malbatên muwekîlên wê Genç û Kosemen re hatiye ragihandin, ku ew di binê çavan de ne.

Parêzer Kaya destnîşan kir, ku ew dizanin Kosemen ev 3 roj in di binê çavan de ye, lê nizanin Genç kengî hatiye binçavkirin. Kaya her wiha diyar kir, muwekîlên wan ên li Midûriyeta Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Rihayê tên ragirtin, ji ber biryara serdozgeriyê nikare hevdîtinê bikin.

Kaya got, "Ji xwe heta niha bi awayekî fermî negotine 'belê muwekîlên we li şaxê TEM'ê ne'. Agahiyan nadin ku wê hê çiqasî di binê çavan de rabigirin."