18 girtî sirgûnî Rize û Gumuşhaneyê hatin kirin

18 girtiyên li girtîgeha Tîpa T a Sêrtê, sirgûnî Girtîgehên Rize û Gumuşhaneyê hatin kirin

Şevê din 18 girtiyên li girtîgegah Tîpa T ya Sêrtê, sirgûnî girtîgehên li Rize û Gumuşhaneyê hatin kirin. Malbatên girtiyan ku ji bo serdana girtiyan çûn girtîgehê ji rewşa sirgûnkrinê agahdar nebûn.

Navê girtiyên ku sirgûnî girtîgeha Tîpa L ya Rizeyê hatine kirin wiha ne; Kadrî Gunger, Kenan Sancar, Mahmût Kûmek, Mahmût Temel, Medenî Ayman, M. Alî Ongullû, M.Alî Yildiz. M.Orhan Erbek, M.Şerîf Kûmek.

Navê girtîyên ku sirgûnî girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê hatine kirin wiha ne; Mendûh Kûmek, M.Şîrîn Ongullu, Necmettîn Beyhan, Nîmet Dayan, Nûrullah Ongullu, Refîk Çakan, Reşît Elçîçek, Saîd Aslan, Saîd Ozbay.