13 leşker, 3 kontra hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bênavber didome. Di çalakiyan de qasî ku hate tespîtkirin 13 leşker û 3 kontra hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a ku li qada Mergêzerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dabû destpêkirin, didome. HPG’ê ragihand ku 28’ê Îlonê saet 13.30’an balafirên şer mintiqayên Tepê Bayê û Geliyê Şîn bomberdûman kirin û got; “Piştî nîvro saet 15.00’an hêzên me li mintiqa Deriyê Karwana li dijî nuqteyeke ku leşker lê bûn çalakî li dar xistin. Li vir çeperek bi çekên giran û ferdî hate hedefkirin û 3 leşker hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC saet 16.00’an mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê dûr xistiye. Piştî çalakiyê, artêşa TC heta 29’ê Îlonê saet 02.00’an qad bi obus, hewan û balafirên şer bomberdûman kir.”

3 KONTRA HATIN KUŞTIN

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir; “29’ê Îlonê saet 01.00’an hêzên me dema mabeyna gundên Çatak û Rûna Rovî yên girêdayî navçeya Geverê diçûn ser wezîfeya xwe, bi yekîneyek kontra re hevrû bûne. Tevî hemû hişyariyên hêzên me jî yekîneya kontra cihê xwe neguhertiye û şer rû daye. Di şer de 3 kontra hatine kuştin. Hêzên me bi awayekî saxlem gihiştine bargehên xwe.”

DI ÇALAKIYÊN ÇELÊ DE 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniya HPG’ê de ev detay hatin dayîn;

“27’ê Îlonê saet 11.00’an hêzên me li dijî wesayîteke sivîla a ku leşker tê de bûn û ber bi qereqola Bîlîcanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ve diçû, li nêzî gundê Marûkayê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîtê darbe xwar, ji kendal ket û ruxiya. Piştî bûyerê saet 11.40’an, 4 wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û wesayîta ruxiyayî û cenaze rakirin qereqola Bîlîcanê.

28’ê Îlonê saet 13.30-15.30’an hêzên me bi çekên giran li dijî leşkerên ku li ber dîwarê qereqola Marûka ya girêdayî navçeya Çelê kom bibûn çalakî li dar xistin. Li vir 6 leşker hatin kuştin.

28’ê Îlonê saet 13.30’an hêzên me bi çekên giran li dijî leşkerên ku li derdora çekên giran ên qereqola Serê Sevê kom bibûn çalakî li dar xistin û 2 leşker hatin kuştin.

28’ê Îlonê saet 13.00’an hêzên me 2 kamyonên ku diçûn qereqola Êrîş a girêdayî çelê bi çekên giran derb kirin.

28’ê Îlonê saet 06.30’an hêzên me bi çekên giran li dijî yekîneyek leşkerî ya li nêzî kelha Ertûşê çalakî li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Dîsa li heman cihî saet 11.00’an hêzên me çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

LI DIJÎ LEŞKERÊN LI GIRÊ QEREQOLÊ ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

28’ê Îlonê saet 13.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku xwe li girê qereqola Korxê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê bi cih kiribûn çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hate kuştin.

GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me û êrîşên ku dewleta Tirk li dijî gelê Şirnexê pêk tîne, 26’ê Îlonê hêzên me li dijî yekîneyên leşkerî yên li vê qadê operasyonek şoreşgerî dabûn destpêkirin.  Li vir gerîlayên me çibûn ser 17 termên leşkeran û gelek çek rakiribûn. Domahiya operasyona şoreşgerî de hevalê me Canfeda Zanyar (Fevzî Abo) bi şerekî lehengî şehîd bû.

LI STEWRÊ ŞER

27’ê Îlonê saet 19.30’an artêşa TC li gundên Ewêna û Bakustan ên girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê operasyonek dabû destpêkirin. 28’ê Îlonê saet 07.30’an li gundê Bakustan mabeyna hêzên me û leşkerên artêşa TC de şer rû daye. Têkîldarî operasyonê her ku agahî werin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

Ev 2 roj in artêşa TC li gundên Cengê, Melîxan û Kunavê yên li mintiqa Çalyan a li qada Faraşîn a Colemêrgê operasyonek daye destpêkirin.

BALAFIRÊN ŞER ÊN TIRK QADÊN GERÎLA BOMBE KIRIN

28’ê Îlonê saet 14.00-14.30’an balafirên şer derdora gundê Zevê yê girêdayî herêma Zapê, 27’ê Îlonê saet 18.30-22.00’an qada gundên Biyê û Guzê yên girêdayî herêma Garê, her wiha 28’ê Îlonê saet 12.00-13.00’an qada Deşta Kafya û derdora Şehîdgeha Şehîd Akîf ên li herêma Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine.”

NASNAMEYÊN 4 GERÎLAYAN

Nasnameyên 3 gerîlayên ku li qada Mergêzerê di operasyonê de û gerîlayekî li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin.

Nasnameyên gerîlayan wiha ne;

 Nasnav: Agirbaz Rapo

Nav û Paşnav: Ûgûrcan Çelîk

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik û Bav: Gulhanim - Yalçin

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24 – 26’ê Îlona 2016’an / Colemêrg

***

Nasnav: Mazlûm Botan Mazî

Nav û Paşnav: Mazlûm Demîr

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik û Bav: Cahîde – Mehmet Selîm

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24 – 26’ê Îlona 2016’an / Colemêrg

***

Nasnav: Rizgar Kato

Nav û Paşnav: Recep Cîn

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Melezhan - Şeyhmûs

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24 – 26’ê Îlona 2016’an / Colemêrg

***

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

 Nasnav: Canfeda Zanyar

Nav û Paşnav: Fevzî Abo

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Xoxe - Xazî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 26’ê Îlona 2016’an / Şirnex

...