13 cerdevanên Stewrê çek danîn

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê 13 cerdevanên ku zordestiyên dewletê ya li ser beşdar bûyîna operasyonên qîrkirinê ya li hemberî Nisêbînê qebûl nekirin, çekên xwe danîn û îstîfa kirin.

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê 13 cerdevanên ku zordestiyên dewletê ya li ser beşdar bûyîna operasyonên qîrkirinê ya li hemberî Nisêbînê qebûl nekirin, çekên xwe danîn û îstîfa kirin.

Li Taxa Kêlapozreşa ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê 13 cerdevanên zordestiyên dewletê ya li ser beşdar bûyîna operasyonên qîrkirinê ya li hemberî Nisêbînê qebûl nekirin çekên xwe danîn. Cerdevanên ji beriya niha jî rastî pêkûtiyên dewletê hatin, li Qereqola Cendermeyan çekên xwe danîn û piştre jî îstîfa kirin.

Beriya niha jî li Şirnex û Mêrdîn'ê gelek cerdevanan pêkûtiyên dewletê qebûl nekirîn û îstîfa kiribûn.