12 kilometre meşiyan: Qatilê Kurdan Erdogan!

Li Dresden meşa dirêj a Kurdan di roja 2.de ye.

Maşa dirêj a di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokraîtk a Dresdenê ya ku kar û xebat li eyaleta Sachsen a Elmanya dikir, di roja 2. de ye. 

Ji bo meşê çalakvan di saetên sibehê li pêşiya avahiya DKTM’ê kom bûn, piştî qetlîamên li Cizîrê protestokirin, 12 kîlometre meşiyan.

Di axaftinên mîtînga li pêşiya Parlementoya Dresden de wiha hat gotin: “ Em ji bo bibin dengek ê Kurdistanê di çalakiyan dene. Her ku êrîş bidomin wê çalakiyên me jî bidomin.” Di çalakiyê de dirûşmên “Qatil Erdogan, hevkar Merkel” qîr kirin.

Di çarçoveya çalakiyê de dosyayên têkildarî qetlîamên AKP’ê pêşkêşî saxiyên Elmanya, Zanîngehan û Dêran hatin kirin.

...