1’ê Gulanê li Wanê hate pîrozkirin

Li Wanê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Karkeran” hate pîrozkirin.

Îsal li Wanê, di pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB Û TTB’ê de 1’ê Gulanê bi şîara “li dijî şer, mêtingerî, xîzantî û faşîzmê” li Parka Aştî ya Mûsa Anter hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokên HDP’a Wanê Gulîstan Orhan, Yakûp Ataş, Wekîlên Hevserokên DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, endamên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB’ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA û kedkaran cihê xwe girtin.

Di pîrozbahiyê de pankartên, “Ciwan tên, sosyalîzm Tê”, “Ji faşîzmê re mirin, ji gelan re azadî”, “Afirînerê cudahiyê ked e” hatin vekirin, wêneyên kedkarê tenduristiyê Azîz Yûral ê li Cizîrê hate qetilkirin û nûnera DÎSK’ê ya li Amedê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtina ji bo “şehîdên Aştî û Azadiyê”, li ser navê Komîteya Amedkar Omer Tekîn mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku wê li dijî mêtingeran têkoşîn bidome.

‘POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê YÊN DIJMINÊ KEDÊ TEŞHÎR BIKIN’

Endamê Desteya Rêveber ê Navendî yê KESK’ê Îlhan Yîgît û Nûnera Partiya Kedê Ûmût Yegîn axivîn, diyar kirin ku AKP’e li dijî kedkaran polîtîkayan dimeşîne, destnîşan kirin ku divê kedkar bi têkoşîna xwe ve teşhîrkirina polîtîkayên AKP’ê bidomînin.

‘EM Ê XENDEKÊN FAŞÎZMÊ BI HEV RE BIGIRIN’

Herî dawî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan mafê axaftinê wergirt, bi bîr xist ku gelê Kurd di demên zahmet re derbas dibe û bi zilmek mezin re rû bi rû ye, wiha dewam kir: “Niha ji bo şerên xwe yên qirêj xendekan dikin hincet. Dema Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol hatin qetilkirin, ma li Roboskî, Pirsûsê xendek hebûn? Em wek gel û kedkar, em ê xendekên faşîzmê bi hev re bigirin.”

Piştî axaftinan, pîrozbahî bi stranên Grup Abdal bi dawî bû.

...