JIN
Hemû Nûçe
-
Li Fransayê 8’ê Adarê: Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşê ve dimeşin
Di çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-F'ê li gelek nuqteyan hatin lidarxistin de hate destnîşankirin ku têkoşîna li Kurdistanê bi pêşengiya jinan veguheriye şoreşê û bûye hêviya hemû jinan. -
Meşa Şevê ya Femînîst: Me hêza berxwedanê di piştevaniyê de dît
Platforma Meşa Şevê ya Femînîst a 22’emîn bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Taksîm a Beyoglu, Meşa Şevê ya Femînîst li dar xist. Jinan di meşê de peyama, “Me hêza berxwedanê di piştevaniyê de dît” dan. -
Li Elmanyayê 8'ê Adarê: Têkoşîna jinan wê dawî li şerên we bîne
Jinên ku li bajarên Elmanyayê bi dirûşma "Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" daketin qadan, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên baviksalarî ku herî zêde li cîhanê bandorê li jinan dike. -
Kişanak: Em ê li nivîsandina dîrokê dewam bikin
Li Enqereyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de nameya Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak ji hilbijêrên Enqereyê re şandiye hat xwendin. -
Li Stavrapolê 8'ê Adarê hat pîrozkirin
Li bajarê Stavrapolê navçeya Novoalekesandrovska 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê bi coş hat pîrozkirin. -
Jinan li Silêmaniyê peyama, ‘Yekîtî û rêxistinkirinê’ da
Li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşek girseyî hat lidarxistin. -
RJAK’ê bi daliqandina wêneyên jinên pêşeng 8’ê Adarê li Kerkûkê pîroz kir
Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê bi daliqandina wêneyên jinên şehîd ên pêşeng û têkoşer 8’ê Adarê li Kerkûkê pîroz kir. -
Li Berlînê jinan ji Îmraliyê re qert şandin
Li paytexta Elmanya Berlînê jinên Kurd û enternasyonalîst bi wesîleya 8'ê Adarê qert ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin. -
Li Kobanê 8'ê Adarê: Jin wê roleke dîrokî bilîzin
Di pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Kobanê de peyama "Em di wê baweriyê de ne ku jin wê rola xwe ya dîrokî pêk bînin" hat dayîn. -
Gerîlayên jin 8’ê Adarê pîroz kirin
Gerîlayên jin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyên cur be cur pîroz kirin. -
Li Qoserê dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ hate berzkirin
Jinan di mîtînga bi coş a li Qoserê de, tecrîda Îmraliyê şermezar kirin. Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin -
‘Me bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke azad ava kir!’
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam kirin. Di çalakiyan de şoreşa jinê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin. -
Li Serhedê 8'ê Adarê: Jin wê dîrokeke nû binivîsînin
Li Serhedê jin ji bo 8'ê Adarê daketin qadan û peyama "Em ê dîrokeke nû binivîsînin" dan. -
Li Helebê di çalakiya 8'ê Adarê de dagirkerî hate şermezarkirin
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di çalakiya 8'ê Adarê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin. -
Li Depê şahiya 8’ê Adarê: Şaredariya Depê wê bibe şaredariya jinê
Namzeta Hevşaredariya Depê ya DEM Partiyê, Songul Duzgun di şahiya 8’ê Adarê de axivî û wiha got, “Me soz da jinan, şaredariya Depê wê bibe şaredariya jinê.” -
Leyla Guven peyama 8’ê Adarê şand: Wêranşar wê nasnameya xwe bi dest bixe!
Hevseroka DTK’ê Leyla Guven a girtî peyamek ji pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li navçeya Wêranşar a Rihayê re şand û got: “Wêranşar wê nasnameya xwe bi dest bixe.” -
Jin li qadan e: Em ê berxwedanê mezin bikin
Jinên ku di 8'ê Adarê de daketin qadan diyar kirin ku ew ê berxwedan û rêxistiniyê mezin bikin û mêr-dewlet şermezar kirin. -
Em bi ruhê 8'ê Adarê berxwedanê mezin bikin!
Bi hezaran kes beşdarî mitînga 8'ê Adarê ya li Êlihê bûn. Di mitîngê de hate gotin, "Em têkoşîna li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê ku jinan hedef digire mezin bikin. Em bi ruhê 8'ê Adarê berxwedana xwe mezin bikin.” -
Li Akdenîzê jin li qadan e: Em bibin yek em ê bi ser bikevin
Li navçeya Akdenîzê di şahiya 8'ê Adarê de hate gotin, "Em ê sîstema mêr hilweşînin. Eger em bibin yek ev mejî nikare ti ji me tine bike." -
Li Amedê 8’ê Adarê: Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi ser bikevin
Li Amedê jinên ku bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li Qada Stasyonê hatin ba hev, bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” destnîşan kirin ku wê serî netewînin. -
Însîtûta Kurdî ya li Elmanyayê 8'ê Adarê pîroz kir
Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanistî li Elmanyayê, 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û got, “Jinên Kurd bi çalakiyên xwe yên li her deverên Kurdistanê, bi Berxwedana Kobanê û bi pêngava “Jin, Jiyan Azadî” bûne pêşengên jinên cîhanê.” -
Li Wanê 8'ê Adarê: Heta ku jin azad nebe kes azad nabe
Li Wanê di mîtînga 8'ê Adarê de tecrîd û tundiya mêr-dewletê hate şermezarkirin û hate gotin, "Heta ku jin azad nebe, kes azad nabe." Di mîtîngê de hate destnîşankirin ku Wan wê mohra xwe li hilbijartinan bixe. -
Zêdetirî 230 mîlyon jin û zarokên keç bi hovîtiya sinetkirinê re rû bi rû ne
UNICEF’ê bi wesîleya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê raporek weşand û ragihand, ku li gelemperiya cîhanê zêdetirî 230 jin û zarokên keç bi hovîtiya sinetkirinê re rû bi rû ne. -
Jinên Amedî li qadan e: Jin, Jiyan, Azadî!
Jinan bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' Qada Stasyonê ya Amedê dagirtin û gotin, "Em ê nebaşiya we ya rêxistinkirî bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî têk bibin." -
MKG: Em ê bi nêrîna jinan li her deverê bin
MKG’ê 8’ê Adarê silav kir û ev peyam da: “Em di 8’ê Adarê de li qadan in. Divê em hîn bêhtir têbikoşin.”