JIN
Hemû Nûçe
-
‘Jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeya herî mezin li rejîmê xist’
Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan diyar kir ku jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî derbeya herî mezin li rejîmê xist û got ku şoreş bi Kurdistanê re sînordar nema, li hemû cîhanê belav bû. -
Nexweşa şekir û KOAH’ê Hanîfe Arslan nayê berdan
Rewşa girtiya nexweş a 76 salî Hanîfe Arslan her ku diçe giran dibe. Keça wê Reyhan Oren diyar kir ku divê demildest dayika wê tedawî bibîne û got: “Saziya Tiba Edlî û nexweşxane sûc dike.” -
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê: Em ê hesab ji êşkencekar û tacîzkaran bixwazin
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê di daxuyaniyê de got, “Cilên Hevseroka me ya bajêr Gonca Yangoz bi qestî ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye çirandin û bedena wê hatiye teşhîrkirin. Em ê hesab ji êşkencekar û tacîzkaran bixwazin.” -
KJK: Em destketiyên Rojava biparêzin
Koordînasyona KJK'ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurdistanê şermezar kir û got, "Roj ew roj e ku li dora berxwedêrên Rojava û zindanan, berxwedan û têkoşîna hevpar mezin bikin." -
TJK-E: Em li her derê bibin dengê gelê Rojava
TJK-E’yê bang li hemû jinan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyan lidar bixin û peyama "Em li her derê bibin dengê gelê Rojava" da. -
Koçyîgît: Jin li hemberî tundiyê bêparastin man
Parlamentera Qersê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku qeyûman piştî dest danîn ser şaredariyan yekser êriş birin ser saziyên jin, ciwan, çand û ziman û got, "Mejiyê qeyûm xwest ku jinan ji her qadê bibe." -
Endama KJAR’ê li girtîgeha Evîn tê ragirtin
Hat hînbûn ku Endama Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî ku nêzî 5 meh in agahî jê nayê girtin, li girtîgeha Evîn ya Tahranê tê ragirtin. -
Li Şengalê jinên ciwan civîna xwe ya salê lidar xistin
Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê di civîna xwe ya salê de diyar kir ku ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka gelê Kurd re çaresriya siyasî” bigihêje armanca xwe divê xebatên xwe berfirehtir bikin. -
Li Belçîkayê sedî 95’ê jinan xwe li kolanan bi ewle hîs nakin
Li gor ankêta li Belçîkayê çêbû, sedî 95’ê jinan xwe li kolanan bi ewle hîs nakin. -
Ballikaya: Em li ser xeta azadiya jinê bi biryar in
Ji Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Several Ballikaya diyar kir ku ew bi biryar in, li gorgî pîvanên rêveberiya xwecihî ya demokratîk di hilbijartinên xwecihî de xeta azadîparêziya jinê bi cih bînin. -
Li Îranê ceza li rojnamevana ku mirina Armîta Gîrawend lêpirsîn dikir, hate birîn
Li Îranê dadgehekî cezayê girtîgehê li rojnamevan Sara Masûmî birî. Masûmî mirina zaroka Kurd Armîta Gîrawend ku di meha Cotmehê de hate qetilkirin, lêpirsîn dikir. -
Li Pakistanê jin daketin qadan: Bi sedan jin û zarok hatin binçavkirin
Li Pakistanê jin li dijî sûcên ku hêzên dewletê li hemberî Belûciyan pêk tînin, daketin kolanan. Polîsan bi sedan jin û zarok binçav kirin. -
KJK: Heta ku kujer hesabê didin, divê gelê me li ser piyan be
Koordînasyona KJK’ê wiha got: “Jin, ciwan û hemû gelê me divê li dijî komploya 23’ê Kanûnê ne tenê di 23’ê Kanûnê de, heta ku kujer hesabê didin divê li Ewropa, Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat li ser piyan bin û têkoşînê mezin bikin.” -
Fîgen Şahîn a di greva birçîbûnê de: Em ê bi ser bikevin
Fîgen Şahîn ku li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye, got: ‘’Em ê bibin bersiva vê pêvajoyê. Wê serkeftin a me be.’’ -
Muxtara destpêkê: Fesla Anter
Dayika rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter, Fesla Anter ku kete şûna muxtarê mir, bû yekem muxtara jin. -
Dozeke nû li dijî çalakvana girtî Nergîs Mihemedî hat vekirin
Hat ragihandin ku xelatgira Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgîs Mihemedî ku ji sala 2021’an û vir ve li Îranê tê girtin, wê roja Sêşemê careke din were darizandin û ihtîmala ku cezayeke nû yê girtîgehê bidin Nergîs Mihemedî zêde ye. -
TJK-E'yê ji bo çalakiyên 23'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir
TJK-E'yê ji bo çalakiyên 23'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir ku wê bi dirûşma 'ji sala 2013'an heta 2024'an Parîs di tarîtiyê de ye, edalet li ku ye' tên lidarxistin. -
DMME: Di mafê kurtajê de Polonyayê mafê jinê binpê kiriye
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku qanûna kurtajê ya Polonyayê ku mafê veşarîbûnê û jiyana malbatî ya jina ducanî ku teşhîsa sendroma Down di fetûsa wê hatibû danîn binpê dike. -
Meclisa Jinan a DEM’ê: Ji bo jiyana azad ava bikin tevlî têkoşîna hevpar bibin
Meclîsa Jinan ya DEM Partiyê daxuyand ku “Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo bi hev re bi ser bikevin, bi hev re bi rê ve bibin û jiyana azad ava bikin, tevlî têkoşîna hevpar bibin.” -
Leyla Guven sewqî Sîncanê hate kirin
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate kirin. -
PAJK: Serketina li dijî şerê taybet tenê bi xeta şerê gel ê şoreşgerî dibe
Koordînasyona PAJK'ê: Ji bo me serketin; li dijî şerê taybet bi ferzkirina şerê şoreşgerî dibe. -
'Şoreşa civakî li dijî şerxwazî û desthilatdariyê tekane rê ye'
Li Spanyayê di panela 'Parastina Ax û Jiyana li Rojhilata Navîn' de hate gotin, tekane rê ji bo têkoşîna li dijî zîhniyeta desthiltadarî û baviksalariyê şoreşa civakî û demokratîk a bi pêşengiya jinan e. -
KJAR’ê banga xwedî derketina li girtiyên siyasî kir
KJAR’ê bal kişand ser zextên li ser girtiyên siyasî û got, “Girtîgeh, kelehên têkoşîn û berxwedanê ne. Em ê ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bidomînin û ji hemû aktivîstên sivîl û siyasî dixwazin ku bibin dengê girtiyan.” -
Li Amed û Enqereyê 2 jin hatin qetilkirin
Li Amedê Medîne Polat û li Enqereyê jî Nûrsena Kozan, şevê din ji aliyê mêrên nêzî wan ve hatin qetilkirin. -
Jîna Emînî hêjayî Xelata Sakharovê hate dîtin
Xelata Sakharov a ji bo Azadiya Ramanê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) bi merasîmekê ji bo bîranîna Jîna Emînî radestî Tevgera Jin Jiyan Azadî hate kirin.