JIN
Hemû Nûçe
-
'Tundiya darazê ya li ser jinê wê bi têkoşînê were şikandin’
Konferansa 'Zincîra Bêdengiyê' ya ku TJA'yê li Amedê organîze kiribû roja ewil bi dawî bû. Di axaftinan de hat gotin ku her ku tevgerên jinan civakî dibin, tundiya darazê jî zêde dibe. -
'Cezayê darvekirinê' ya li ser jinên Efrînî hat protestokirin
Li Şehbayê êrîş û cezayên “darvekirinê” yên li ser jinên Efrînî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hate şermezarkirin. -
Konferansa 'Zincîra Bêdengiyê': Jin di hedefa rejîmê de ne
Di axaftinên li konferansa 'Zincîra bêdengiyê' de bal hat kişandin ku pergal jinê çawa dike hedef. Di konferansê de hate destnîşankirin ku tecrîd bi têkoşînê dikare were şikandin. -
Konferansa 'Zincîra Bêdengiyê': Azadiya jinê azadiya civakê ye
Di konferansa 'Zincîra Bêdengiyê' ya TJA'yê de, hat diyarkirin ku azadiya jinê azadiya civakê ye û hat gotin paradîgmaya Abdullah Ocalan li her deverê belav bûye. -
Şêniyên Qamişloyê li dijî sûcên dewleta Tirk a li hemberî jinan meşiyan
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî sûcên dewleta Tirk a li hemberî jinan daketin qadan. -
Di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de berxwedana girtîgehan hate silavkirin
Aktîvîsta TJA’yê Hacer Ozdemîr di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de axivî û berxwedana girtîgehan silav kir. -
TJA konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ lidar dixe
Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî”, destpê kir. -
‘Mesele ne tenê porê me bû'
Sîrwa Ehmedî ku par neçar ma ji Rojhilatê Kurdistanê koçî Swîsreyê bike got, “Mesele ne tenê porê me bû. Mesele di heman demê de nasnameya me ya Kurd û jin bûn.” -
‘Her kêliya girtîgehê ji girtiya nexweş Hanîfe Aslan re xetereya jiyanî ye’
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît serdana girtiya nexweş a 76 salî Hanîfe Arslan kir. -
Çîgdem Dogû: Têkoşîna têgihiştin û zanebûnê gelekî girîng e -HATE NÛKIRIN
Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû bal kişand ser girîngiya rêxistiniya jinê û got, "Divê jin xwe nas bike, bi xwe û hemzayenda xwe piştrast be. Lewma têkoşîna têgihiştin û zanebûnê gelekî girîng e." -
Femînîstên li Fransayê li dijî ‘cîhana zayendîparêz a kevn’ di çalakiyê de ne
Kolektîfa ku ji komeleyên femînîst pêk tên gotin, “Cîhana we ya berê bila ji we ra be, em cîhaneke ji tundiyê û zayendîperestiyê dûr dixwazin” û banga tevlîbûna çalakiyê kirin. -
YJŞ'ê konferansa Zapatîstayê silav kir
YJŞ'ê salvegera 30'emîn a Raperîna Zapatîstayê silav kir. -
Gelê xwecihî yê Meksîkayê şehîdên Parîsê bi bîr anîn
Jinên xwecihî yê Meksîkayê, yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anîn. -
Li Swîsreyê qanûna 'Na, na ye’ wê di 1'ê Tîrmehê de têkeve meriyetê
Li Swîsreyê qanûna cezayê sûcên zayendî ya nû bi pênaseya nû ya tecawizê (Na, na ye) re wê di 1'ê Tîrmehê de têkeve meriyetê. -
Gerîlayên YJA Starê: Sara şewqa me ye
Gerîlayên YJA Starê: Em ê hesabê komkujiya Parîsê ji dijmin bipirsin. Em ji her demê zêdetir mezin bûne. Wê tevgera me ya jin mezintir bibe, em ê li hemberî paşverûtiyê bi hêrseke mezin tevbigerin. -
'Sara nîşaneya serketinê ye'
Gerîlaya YJA Starê Amara Ciwanro şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî û got, "Her roja salê em ê hevalan bi bîr bînin, sekna hevalan jiyanî bikin, em ê tola wan ji dijmin bistînin." -
Li Strasboûrgê ji bo şehîdên Parîsê çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ji bo jinên Kurd ên şoreşger ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin şehîdkirin, meşek hat lidarxistin. -
Komkujiya Parîsê li Zurîh û Bernê hate protestokirin
Jinên Kurd Sakîne Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez ên ku 11 sal berê li Parîsê hate şehîdkirin, li bajarên Zurîh û Bernê yên Swîsreyê hatin bibîranîn. -
Li Silêmanî û Şengalê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin şehîtkirin, li Silêmanî û Şengalê bi çalakiyan hatin bîranîn. -
Şehîdên Parîsê li Frankfûrtê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi mîtîngekê hatin bîranîn. -
Li Mexmûrê Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê di 11’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de bi meşeke girseyî komkujî şermezar kirin. -
Sê şitilên azadiyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Ev têkoşîn bi dawî nabe
Di bîranînên li ser gorên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin de peyama, “Sakîne dîroka me ne. Divê ev dîrok û bîranîn zindî bimîne... Em ê tu carî dest ji têkoşîna rêhevalên xwe bernedin.” hat dayîn. -
Jinên Kurd ên şoreşger ku hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 11 sal berê li Parîsê hatin qetilkirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin bîranîn. -
KBDH: Em ê sala 2024'an li sîstema serweriya mêr bikin zindan
Konseya Giştî ya KBDH'ê bi sernavê "Li ser şopa nemiran, Jin, Jiyan Azadî" daxuyaniyek weşand û got, "Em ê sala 2024'an li sîstema serweriya mêr bikin zindan." -
'Komkujiyên li Parîsê bi gelek armancan hatin kirin'
Endama TJK-E Zeynep Karakoçan, diyar kir ku komkujiyên Parîsê xwedî armancên îdeolojîk, siyasî, leşkerî, civakî û psîkolojîk ên pir alî ne.