JIN
Hemû Nûçe
-
Li Stockholmê konferansa 'Jin Jiyan Azadî' didome
Konferansa ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi pêşengiya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li Stockhholmê duh destpêkiribû, di roja duyemîn de berdewam dike. -
YPS JIN li Stenbolê 4 çalakiyên cuda lidar xist
Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çawrê Gelhat a YPS JIN'ê, li Stenbolê agir berda wesayitên faşîstên AKP-MHP'ê. -
YJK-E’yê civîna navborî ya salane li dar xist
Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) civîna navborî ya salane li dar xist. -
Li Stockholmê konferansa 'Jin Jiyan Azadî' dest pê kir
Li paytexta Swêdê Stockholmê bi beşdariya bi sedan jinan konferansa "Jin Jiyan Azadî" ya ku wê 2 rojan bidome, dest pê kir. -
Li Başûr rojnamevanên jin bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin
Hate ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê rojnamevanên jin ji aliyê hevpişeyên xwe yên mêr ve rastî cihêkariya zayendiya civakî, tacîz û binpêkirinan tên. -
TAJÊ: Em ê hesab ji kujerên jinan bixwazin
TAJÊ’yê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Firyal Silêman Xalid da û got: “Wê hesab ji dijmin were xwestin.” -
TJA’yê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Firyal Xalid da: Em xaka xwe ji hêzên faşîst re bigirin
TJA’yê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Firyal Xilêman Xalid da û got: “Bila xaka Kurdistanê ji hêzên faşîst re bê girtin. Em zihniyeta hevkar a ku xaka Kurdistanê ji komkujiyan re vedike, şermezar dikin.” -
Kongra Star: Êrîşa li dijî Zelal Zagrosê bi destê MÎT’ê hatiye kirin
Kongra Starê ragihand ku şehîdkirina Zelal Zagros (Firyal Xalid) polîtîkbû û got: "Eşkere ye ku ev êrîş bi destê MÎT'a Tirk hatiye kirin. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin." -
Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
Meclîsa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Qamişlo diyar kir ku ew ê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên li dijî jinan têkoşîna xwe bidomînin. -
Kongra Star: Zelal jiyana xwe diyarî azadiya jinê kir
Meclîsa Kongra Star, bi daxuyaniyekê êrîşa suîqestê ya li dijî şoreşgera jin a Kurd Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) a li Kerkûkê şermezar kir û got, "Zelal heta nefesa xwe ya dawî jiyana xwe diyarî azadiya jinê kir." -
Meclîsa Jinan a DEM Partî: Sûîqasta li Kerkûkê qirkirineke siyasî ye
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku êrîşa 18’ê Çileyê li Kerkûkê li dijî aktîvîsta Kurd hatî kirin, qirkirineke siyasî ye û girtiyên di greva birçîbûnê de jî silav kir. -
TJK-E: Êrîşa li Kerkûkê li dijî rêxistinbûna jinê hate kirin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) qetilkirina siyasetmedara Kurd Firyal Xalid şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijî rêxistinbûna jinê hatiye kirin. -
KJK: Hesab wê ji kujerên Firyal Xalid bê pirsîn
Koordînasyona KJK'ê kuştina siyasetmedar Firyal Silêman Xalid şermezar kir ku 18'ê Çileyê li Kerkûkê bi sûîqestê hate eqtilkirin û diyar kir ku wê hesab ji kujeran bê pirsîn. -
TAJÊ têkildarî tecrîdê nameyek ji CPT re şand
Komîteya dîplomasiyê ya TAJÊ, ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji CPT’yê re name şand û daxwaza eşkerekirina encama hevdîtinê kir. -
‘Divê hêza xweparastinê ya jinan hebe’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş diyar kir ku tevgerên jinan ji bo parastina xwe divê hêza xwe ya cewherî ava bikin û got ku ji bo parastina cewherî jî divê rêxistinbûn hebe. -
TAJÊ: PDK dixwaze bi rêya vê kombûnê xwe ji fermanê bişo, em vê red dikin
TAJÊ diyar kir ku PDK bi rêya kombûna li Elmanyayê PDK dixwaze berpirsyariya xwe ya di fermanê de ji holê rake û destnîşan kir ku ew vê yekê red dikin. Her wiha destnîşan kir ku mîna Peymana 9'ê Cotmehê wê vê hewldanê jî têk bibin. -
Parêzer: Di binê çavan de bi navê 'hevpeyvînê' hewl didin îfadeyê werbigirin
Parêzer Esra Kiliç û Leyla Kaya ku bi Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, hunermendên NÇM'ê û Seroka Komeleya Dema Jinan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku polîsan bi navê 'hevpeyvînê' hewl dane îfadeyê ji muwekîlê wan werbigirin. -
DBP: Jinên Kurd mohra xwe li sala 2023’an xistin
Meclîsa Jinan a DBP'ê diyar kir ku jin tevî hemû astengiyên netew-dewletan jî paş de gav neavêtine û got: "Jinên Kurd bi ‘Jin, Jiyan, Azadî” mohra xwe li sala 2023’an xistin." -
Gerîlayên YJA Starê: Heval Sara sembola xeta jina azad e
Gerîlayên YJA Starê wiha gotin: “Îro bi hezaran Sara ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo Kurdistaneke azad li ser xeta azadiyê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer dikin. Heval Sara her tim di dilê me da jiyan dike.” -
Li Nergîs Muhammedî cezayê girtîgehê hate birîn
15 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta girtî ya Îranê Nargîs Muhammadî ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ye, hate birîn. -
Di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de biryara ‘tora jinê’ û ‘kampanyaya gerdûnî’
Di konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê’ de biryar hate dayîn ku tora jinê ya navneteweyî û ji bo girtiyên siyasî yên jin kampanyayeke gerdûnî were destpêkirin. -
Konferansa TJA’yê bi dawî bû: Jin dê zincîran bişkînin
Konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” ku TJA bi tevlêbûna beşdarên ji gelek welatên cuda li Amedê li dar xist, bi dawî bû. -
Konferansa TJA’yê bi atolyên medya, huner, hiqûq û siyasetê dewam kir
Konferansa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Amedê hat organîzekirin, li ser mijarên cuda gelek atolye hatin lidarxistin. -
'Tundiya darazê ya li ser jinê wê bi têkoşînê were şikandin’
Konferansa 'Zincîra Bêdengiyê' ya ku TJA'yê li Amedê organîze kiribû roja ewil bi dawî bû. Di axaftinan de hat gotin ku her ku tevgerên jinan civakî dibin, tundiya darazê jî zêde dibe. -
'Cezayê darvekirinê' ya li ser jinên Efrînî hat protestokirin
Li Şehbayê êrîş û cezayên “darvekirinê” yên li ser jinên Efrînî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hate şermezarkirin.