JIN
Hemû Nûçe
-
Li Kassel û Stûttgartê çalakiyên 8’ê Adarê
Li bajarê Kassel û Stûttgartê jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hev civiyan, bal kişandin bi ser Têkoşîna Azadiyê ya Jinê. -
Li Dûîsbûrgê panela 8’ê Adarê hat lidarxistin
Li Dûîsbûrgê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê panelek hat lidarxistin. -
Bi hezaran jin ji bo 8’ê Adarê li Kadikoyê civîyan
Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Kadikoyê bi hezaran jin gîhandin hev. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê geş bikin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên 8'ê Adarê de soza geşkirina têkoşînê hat dayîn. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên 8’ê Adarê didome
Jinên ku li gelek bajarên Kurditan û Tirkiyeyê xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin, diyar kirin ku dê piştevaniyê mezin bikin û têkoşîna xwe bidomînin. -
Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hatî qetilkirin, hate bîranîn
Endamên Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) akademîsyen û rojnamevan Nagîhan Akarsel li cihê ku lê hatî qetilkirin, bi bîr anîn. -
Konferansa YJK-E: Zayendîperestî dikuje- têkoşîn azad dike
YJK-E'yê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi tevlîbûna 220 delegeyan konferansek bi sernavê "Zayendîperestî dikuje - têkoşîn azad dike" pêk anî. YJK-E'yê daxuyaniya dawî ya konferansê û biryarên hatine girtin parve kir. -
Meclîsa Jinan a DBP’ê: Em ê 8’ê Adarê agirê azadiyê vêxin
Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku wê di 8’ê Adarê de agirê azadî, wekhevî û demokrasiyê vêxin. -
PAJK: Divê jin hemû biherikin qadên 8 'ê Adarê!
Koordînasyona PAJK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û bang li hemû jinan kir ku her rojê bi îsyana 8'ê Adarê pêşwazî bikin û biherikin qadên 8'ê Adarê. -
Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê wekheviyê ji xwe re dike pîvan - IV
Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ku tevlî amadekirina qanûnên demokratîk ên têkildarî jin, zarok û malbatê bû, dixwaze bi malbateke demokratîk hişmendiyeke demokratîk û wekheviyê pêk bîne. -
Li Wanê agir berdan wesayîtekê
Yekîneyên Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Wanê wesayîta kesekî ku fealiyetên tiryakê û fûhûşê dide kirin, dan ber agir. -
Ji Mala Jinê ber bi Meclîsa Edaleta Civakî ve – III
Di 20’ê Adara 2014’an de bi armanca parastina mafê jinan yekemîn rêxistinbûn li bajarê Qamişlo bi navê Mala Jinê hate vekirin û di 16'ê Mijdara 2018'an de bi Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê re gihîşt lûtkeyê. -
Starta çalakiyên 8’ê Adarê yên Başûr li cihê Zelal Zagros lê şehîd bû hat dayîn
Jinên Başûr li cihê ku jina şoreşger, siyasetmedar û pêşeng ya Kurd Zelal Zagros lê şehîd bûyî, starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn. -
Li Qamişloyê Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinan hat lidarxistin
Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinan bi dirûşma “Jina Şoreşger Keziyên Azadiyê Dirêse” li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. -
Halîde Turkoglû: Li dijî êrîşên li ser jinan divê em jiyana birêxistinkirî mezintir bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû wiha got: ‘’Li Kurdistanê li dijî jinên ciwan qirkirin heye. Çareserî mezinkirina jiyana birêxistinkirî ye.’’ -
Li Amedê li ber girtîgehê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn
Li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê ji aliyê Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) ve starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn. -
Li Wargeha Mexmûrê 8’ê Adarê: Jin jiyanê dihûnin
Meclîsa Îştar li Wargeha Penaberan a Mexmûrê starta pîrozbahiyên 8’ê Adarê da. -
Ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan hat kirin ku dakevin qadan
Jinên ku li gelek bajaran hatin cem hev bernameyên xwe yên 8'ê Adarê eşkere kirin û bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan. -
Li Başûr di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin
Li Başûrê Kurdistanê di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin yan jî neçarî xweşkuştinê hatin kirin. -
KBDH: Em 8'ê Adarê bikin çepereke xurt a li dijî dewleta mêr
KBDH'ê got, "Em 8'ê Adarê bikin çepereke xurt ku têkoşîna xwe ya jinê ya yekbûyî lê xurt bikin û hesab ji dewleta mêr bipirsin." -
‘Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî hesabê şehîdên xwe bipirsin’
Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha bi bîr anî û got: “Encex bi têkoşîneke rêxistinkirî, bi zanebûn û bi biryar em dikarin hesabê şehîdên xwe bipirsin.” -
KJK: Em 8’ê Adarê cîhanê bikin warê serhildanê
Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku divê di çalakiyên 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê kirin û bang li hemû jinan kir ku cîhanê bikin warê serhildan û avakirinê. -
Ji Newaya Jin hejmara taybet a ji bo 8 û 21'ê Adarê
Rojnameya Jinê Newaya Jin bi wesîleya 8'ê Adarê û Newrozê giranî da ser berxwedana jinên Kurd a ku mohra xwe li serdemê dixin. -
Malên Jinê yên li her kantonê -II
Li 7 kantonên li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 52 malên jinan hene ku 302 jin lê dixebitin. Qanûn û Malên Jinê ya li Kantona Cizîrê li qadên rizgarkirî têkoşîna xwe dewam dike. -
Li Silêmaniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn
Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê diyar kir ku wan çalakiyên xwe yên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyarî pêşenga şoreşger Zelal Zagros a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin kirin û got ku wê sibê li cihê ku lê hat qetilkirin dest bi çalakiyan bikin.