JIN
Hemû Nûçe
-
'Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo got, "Di nava civakê de pirsgirêka jinê pirsgirêkeke bingehîn e. Ji ber vê yekê Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike." -
Li Erivanê coşa 8'ê Adarê: Em ê xwe bi fikra şoreşa jinê bipêçin
Di pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li Erîvanê hat lidarxistin de peyama: "Em ê li dijî zîhniyeta serdest a mêr bi xwedîderketina li fikra şoreşa jinê û têkoşîna xwe ya azadiya jinê berfireh bikin." -
Xelata rêzgirtinê ji RJAK'ê re hate dayîn
Li Kerkûkê bi boneya 8'ê Adarê xelata rêzgirtinê ji RJAK’ê re hate dayîn. -
Li Mexmûrê meşa 8'ê Adarê: Hûn nikarin roja jinan tarî bikin
Jinên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî di meşa girseyî ya bi boneya 8’ê Adarê li dar xistin de peyama “Hûn nikarin roja jinan tarî bikin” dan. -
Unesco di warê pêşdaraziyên zayendperest ên mejiyê çêkirî de hişyarî kir
Lêkolînek ku ji hêla Unescoyê ve beriya Roja Mafên Jinan a Navneteweyî de hate weşandin hişyarî dide ku modelên zimanên sereke yên ku amûrên mejiyê çeker ên Meta û OpenAlê pêşdaraziyên zayendperest di nav xwe de dihewîne. -
'Bi saya Rêber Apo jin gihîştin vê astê'
Ji rêveberên Kongra Starê ya Kantona Firatê Xwînav Xelîl got, "Bi saya Rêber Apo em gihîştin vê astê û bi Şoreşa Rojava re jî jinan xwe di her warî de îsbat kir. Ew jinên ku her tişt li wan qedexe bû, bûn pêşeng." -
Fermandariya YJŞ: 8’ê Adarê nasnameya berxwedana jinê ye
YJŞ’ê bi wesîleyê 8’ê Adarê tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, “8’ê Adarê nasnameya berxwedana jinê ye. Em weke jinên Êzîdî, soz didin ku hemû rojan bikin rojên bi pêşengiya jinê û têkoşîna xwe mezintir bikin.” -
Navenda Mafên Jinê ya Baroya Wanê hate vekirin
Baroya Wanê Nvaenda Mafên Jinê vekir. Di merasîma vekirinê de işaret bi êrîşên hêzên dewletê yên li dijî jinê hate kirin û hate gotin, "Em ji her serlêdanê vekirîne." -
Ji KJK'ê peyama 8'ê Adarê ya ji bo jinên Efgan
KJK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek ji Yekîtiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) re şand û got, "Em têkoşîna we weke têkoşîna xwe dibînin, di nava têkoşîna xwe de em têkoşîna we jî dimeşînin." -
Rapora Sibatê: 9 rojnamevanên jin girtî ne û darizandina 20 rojnamevan jî dewam kir
Di rapora meha Sibatê ya MKG'ê de hat ragihandin ku 9 rojnamevanên jin girtî ne û darizandina 20 rojnamevanên jin jî dewam kir. MKG’ê banga mezinkirina hevgirtinê kir. -
'Li dijî polîtîkayên zextê di 8’ê Adarê de em ê li qadan bin'
Rêvebera DBP’ê û aktivîsta TJA’yê bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan û li dijî êrîş û zextên desthilatdariyê rêxistinbûna xwe mezin bikin. -
'Bi saya Rêbertî, jin mafên xwe yên jiyanî misoger dikin'
Jinên ji Kongra Starê ên bajarê Amûdê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin û gotin, "Qetilkirina jinan weke jêkirina darekê ye, divê ku mafên jinan ê rewa werin misogerkirin." -
HPJ: Ev sedsal wê bibe sedsala têkoşîna jinan
Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Cinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. -
YJA Star: Em bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Ji bo em vê biharê bikin destpêka bihara jinê û ji sîstema bi serdestiya mêr re bêjin 'RAWESTE', bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em berxwedanê bikin bingeha jiyana xwe. -
KNK'ê 8'ê Adarê pîroz kir
Komîsyona Jinan a KNK'ê bi peyamekê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir. -
'Me bi 7 jinan destpê kir, niha bûn bi hezaran'
Endama Meclîsa Kantona Hesekê Siltan Mihemed Izo got, "Me bi 7 jinan destpê kir û niha bûn bi hezaran jin. Jin niha li qada şer, li nava saziyan û her qada civakê hene." -
KCK: Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan azad bibe
KCK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û got, "Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan jî azad bibe." -
Di rojên Çanda Jinên Kurd de cil û bergên gelêrî hatin nasandin
Hefteya Çanda Jinên Kurd a li paytexta Elmanya Berlînê di roja xwe ya şeşemîn de bi danasîna cil û bergên gelêrî yên Kurdî berdewam kir. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. -
Jinên Şengalê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin
Bi sedan jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşek li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Çepên Spanyayê jî dixwazin piştî Fransayê kurtajê bixin Destûra Bingehîn
Partiya çep a radîkal Sumar ku hevparê hikûmeta sosyalîst a Spanyayê ye, ragihand ku dixwazin wekî Fransayê, betalkirina bijartî ya ducaniyê (kurtaj) bikeve Destûra Bingehîn a Spanyayê. -
Rêveberiya Xweser 9ˊê Adarê weke betlaneya fermî îlan kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 9’ê Adarê weke betlaneya fermî îlan kir. -
Rêxistina Efûyê: Bi deh hezaran wesayîtên jinan hatin desteserkirin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek weşand û ragihand ku li Îranê li dijî jinan ‘çavdêriya berfireh’ heye û bi qanûna ferzkirina turbanê re bi deh hezaran wesayîtên jinan hatine desteserkirin. -
RJAK’ê li Kerkûkê serdana rêxistinên jinan kir
RJAK’ê bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê serdana rêxistinên jinan ên li Kerkûkê kir û kulîlkên ‘Ji bo mafên jinan bi hev re dixebitin’ û pirtûka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diyarî wan kir. -
Çalakiyên 8'ê Adarê: Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li gelek bajaran jin li hev kom bûn û gotin, "Azadî wê bi pêşengiya jinê pêk were." Her wiha tecrîda li Îmraliyê jî hate şermezarkirin.