Zeynep Qamber a Minbicî: Min azadî hilbijart

Jina Kurd a Minbicî Zeynep Qamber ku berxwedana xwe ya li dijî rejîmê, malbatê û DAIŞ’ê bi ser xist, îro ji bo gelên Minbicê û azadiya jinê bi çalakî têdikoşe.

Zeynep Qamber jineke bejn kurt, devliken û xwedî îdîa ye. Bi jixwebaweriya xwe, şêwaz, helwest û cansivikiya xwe yek ji wan jinên Minbicê ye ku balê dikişîne. Jin û mêrên Kurd, Ereb, Çerkez û gelên din hurmetê jê re nîşan didin. Dema ku me bi Qamber re nîqaş kir, me li çîroka wê guhdar kirin jineke kûr, têkoşer derdikeve pêşberî me.

Hevseroka Rêveberiya Demokratîk a Minbicê ye. Lê ew ne tenê bi temsîla xwe her wiha bi kûrbûn û hêza xwe ya wateyê jî di nav têkoşînê de ye.

Zeynep Qamber 1966’an li Minbicê tê dinê. Malbata wê ji Efrînê ye, bavê wê Cemîl ji ber sedema ku karmendê dewletê ye 1965’an têne Minicê. Piştî ku têne Minbicê bavê wê karê xwe li rêveberiya darayî ya bajêr didomîne. Zeynep Qamber 1973’yan li dibistana ku tenê jin lê dixwînin dest bi dibistanê dike, dibistana navîn jî li Minicê diqedîne. Lîseyê 1984’an li Reqa, Tebqayê diqedîne. 1986’an Qabber qeyda xwe li Zanîngeha Lubnanê ya beşa Erebî dike. Ji ber zextên rejîma Baas a bi ser malbata wan de û ji ber ku birayê wê tê girtin neçar dimîne ku dev ji dibistanê berde. Lê piştre dîsa diçe zanîngehê û li Lazkiyê, Zanîngeha Tişrînê Beşa Perwerdehiya Zaroka dixwîne.

'MIN MISYONA JINAN DA BER PIRSAN'

Qamber dibêje wan deman hem rejîmê xebatên wê asteng kiriye û hem jî malbatê bi mebesta wê parazê hewl da ku wê ji siyasetê dûr bixe û dibêje: "Me berdêla welatparêziya Kurd dida. 1990’î birayê min û kurapê min hatin girtin. Rejîmê em deq kiribûn. Rayedarekî rejîmê ji min re got, ‘’dîtina kar ji bo te tenê wê bibe xewnek’’ Malbatê jî zext li min dikir. Lê hem bi jinbûna xwe û hem jî bi welatparêziya xwe min jiyaneke jirêzê qebûl nedikir. Pêwendiya me a li ser siyaset û jiyanê zêde bû."

Pêwendiya Qamber a li ser azadiya jinê hê di ciwantiya wê de dest pê kiriye. Di wan deman de ku gelek hevalên wê diçûne zanîngehê û dizewicîn wê jin, malbat, jiyana jinê û cihê wê yê di civakê de daye ber pirsan.

'LI ZORA MIN DIÇÛ'

Qamber têkildarî vê mijarê wiha dibêje: "Rojekê em li malê bi hevalên xwe re rûniştibûn, diya min jî li wir bû. Hema wiha me nîqaş dikir. Min ji hevalên xwe re got, 'erê me xwend, lê em jin çi karî dikin? Jinên ku li werzan dixebitin ji me azadtir in'. Diya min jî bi henekî got, 'Ez ê jî werzekî ji te re bistînim tu jî li wir bixebite'.

Diya min henek dikir lê ez ji dil bûm. Wiha difikirîm. Gelek hevalên min ên jin xwendibûn lê bi saetan li ber neynikê li dora xwe diçin û dihatin lê qet bi bîra wan nedihat ku hişê xwe xurt bikin. Her wiha pir kêm hewl didan ku bi hêza xwe li ser piyan bimînin lê bêhtir xwe dispartin hêza zilêm. Ev pir li zora min diçû."

Qamber ji ber ku dixwest li gorî fikra xwe bijî armanc kiribû ku têbikoşe. Ti caran xwe neçar nekiriye. Dema ku dewletê ew neçarî bêkariyê kiribû, destkarî dikir û debara xwe dikir: "Min destkarî dikir, di milê aborî de hewceyî kesî nedibûm, min motîfên Kurdan neqş dikirin. Bi van xebatên xwe yên wiha min pêşangeh jî vekirin."

'HILBIJARTIN Û BERXWEDAN'

Qamber dibêje di wê pêvajoyê de hem dixwest bi keda xwe li ser piyana bimîne û hem jî dixwest xwe bi pêş ve bibe. Qamber dibêje wan deman gelek pirtûkên ramanî, felsefî xwendine, qet nezewiciye. Dibêje, nezewicîna min hilbijartinek û berxwedanek e: "Malbata min jî dixwest ku bizewicim lê min azadî hilbijart."

Qamber 2011’an piştî ku Şoreşa Rojava dest pê dike derfet jê re çêdibe ku li Minbicê xebatên siyasî bike û ji bo azadiya jinê bixebite. 2011’an rêveberiya Mala Gel û seroktiya Komîteya Jinê kiriye.

Ji ber xebatên xwe yên beriya DAIŞ’ê li gel ku Kurd jî bû, dema ku DAIŞ’ê bi ser Minbicê de girtî Erebên Minbicê ew ji çeteyan veşartin û parastin. Qamber wiha dibêje: "Dema ku DAIŞ’ê Minbic dagir kir, 3 jinên Kurd ên ku pêşengiya şoreşê dikirin hatin girtin. Li min jî digeriyan û di lîsteya wan a îdamê de bûm. Cara pêşî bû ku min hewl da ku derbasî Efrînê bibim lê bi ser neketim. Piştî ku DAIŞ hat bi 7 mehan min karîbû derbasî Efrînê bibim. Qet ji bîr nakim ajokarê ku ez birim Çerkez bû. Li cem min du mirovên Ereb û birayê min hebûn."

Qamber dema li Efrînê ye, têkiliya xwe bi gelê Minbicê re qut nake û ji bo rêxistiniya jinê xebatan dike. Di xebatên dîplomasî yê Meclîsa Rêveberiya Herêma Şehba de cih digire. Piştî ku 12’ê Tebaxa 2016’an Minbic tê azadkirin Zeynep Qamber xebatên xwe yên Meclîsa Sivîl a Minbicê dike.

Zeynep Qamber bû hevseroka Meclîsa Qanûnçêker a Rêveberiya Demokratîk a Minbicê û Derdora wê. Îro hem ji bo gelê Minbicê û hem ji bo jinan xebatan dike. Qamber ji bo ku jin bi pêş bikevin û jin di organên rêveberiyê de cih bigirin, li hemû qadên jiyanê ji bo ku bi reseniya xwe hebin dixebite.

Zeynep Qamber dibe kana hêviyê ya jinên Minbicê.