Yuksekdag vîna jinan û kedkara têkoşîna azadiyê ye

Parlamenterên jin ên girtî, ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Nabe ku parlamenteriya Hevseroka me ya giştî Birêz Fîgen Yuksekdag bê betalkirin."

Parlamenterên jin ên girtî Çagla Demîrel, Besîme Konca, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim û Meral Daniş Beştaş îro daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, betalkirinap arlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, cînayeteke siyasî ya nû ya faşîzma AKP/Qesrê ye, ku ev desthilatdarî dîn û har bûye.

Parlamenterên jin destnîşan kirin, ku faşîzma AKP/Qesrê gelekî ji serketina feraseta siyaseta azadîparêziya jinê, bi pîvan, ekolojîk, pirengî û demokratîk a HDP'ê ditirse, lewma bi her awayî êrîşî HDP'ê dike.

Parlamenteran dan xuyakirin, ku tirs nikare pêşî li mirinê bigire û diyar kirin, ti wateya biryarên desthilatdariya heyî ji bo wan nîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "HDP hêza xwe ji rewabûn, cesaret, moral, siyaseta demokratîk, baweriya bi azadiya pirrengiyê, gelan, baweriyan, jin û ciwanan digire" û hat destnîşankirin, ku ew ê li dijî dîktatoriyê, weke keleha azadî, demokrasî, aştî û mirovahiyê her tim zexm bin.

Parlamenterên Jin dan zanîn, ku Yuksekdag parlamentera bi mîlyonan mirovên bi wêrek e, vîna jinan e, kedkara têkoşîna azadiyê ye, hevrêya jinan e, berxwedêra têkoşîna şoreşgerî ya sosyalîst e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi xwendina tezkereya serokwezaretiyê re parlamenteriya Yuksekdag betal nabe û bang li hemû jinan hat kirin, ku di 8'ê Adarê, di 16'ê Nîsanê de li ber zilma zaliman rabin, ji dijminên vîna jinê re bêjin NA û têkoşîna jinê xurt bikin.