Yuksekdag: Serketin bi ‘NA’yê dest pê dike

Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag mesajek ji Meclîsa Jinan re şand û got, ‘’Ev du sal in ji bo ku em nebêjin ‘NA’ em kuştin. Zarokên me bi merasîmên fermî yan jî bi kêlên bê nav hatin veşartin. Ji bo vê jî û ji bo gelek tiştên dî em dibêjin, ‘NA’

'Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag peyamek ji Meclîsa Jinan a HDP’ê re şand û got, divê ‘NA’ were gotin.

Çend serenav ji peyama Yuksekdag:

 ‘EZ YÊN KU DIBÊJIN ‘NA’ SLAV DIKIM’

Ji we hemûyan re slaveke berxwedêr û nehîte. Ez piranîxwaziya we ya ku bêyî cihêtiyê bike yekîtiyê, coşdariyê, kedê diafirîne slav dikim û vîna we ya ku jiyanê dide ‘NA’yê slav dikim. Ez bawer dikim ku jinên ku dibêjin ‘NA’ wê rengekî dî bidin civakê û siyasetê.

Desthiltdariya otorîter, yekparêz ji bo her neqenciya ku ferz dike dixwaze ‘erê’ were gotin. Bi referandûma destûrê re dixwazin rejîma yek zilamî, yek partîyî, siyaseta nebaşî û zorê bi sazûman bikin. Dixwazin ku gelê me ji şer re, ji mirinê re, ji nelirêtî, hejarî, krîza aborî, tundiya li ser jinê, ji cihêkarî, zilma yekzilamî re, ji bê kar hiştina ciwanan re, ji sîstema ku dibêje, ‘bi qasî pereyê xwe bixwîne’ re erê were gotin, ji radesgirtina dadmendî û hiqûqê re ya ku Qesrê zincîr kiriye erê were gotin, li ser vê zemînê dixwazin ji van hemûyan re erê were gotin, dixwazin ku maf û azadî bi kêfa yek zilamî re were hiştin û ev were erêkirin. Yên ku ji van tiştan re erê dibêjin, ji bo bo û ji bo siberojê wê winda bikin. Lê yên ku xwedî wî aqil, wêrek, biryardariyê ne ku ‘NA’ bibêjin, wê bibin adresa serketinê ya îro û siberojê.

Serkettin gelek caran bi ‘NA’yê dest pê dike. Herî pir jin bi vê dizanin. Heke ne ji wan jiyana bûya ku ji wekhevî, cihêkarî, mirin, ji wan zilaman re ku jiyanê dikine zindan, ‘na’ digotin, îro em ê di dojeh û tarîtiya mezin de bûne. Baş e ku jinên weke xetîreyan hene ku ji mehkûmbûna tarîtiyê re ‘na’ dibêjin. Û ew ê tim hebin.

'JI BO KU ZAROKÊN ME NEYÊN KU KUŞTIN EM Ê BIBÊJIN NA'

Ev du sal in ji bo ku em nebêjin ‘NA’ em kuştin. Ji bo ku em nebêjin ‘NA’ zilm û neqenciyên ku di pirtûkan de cih nagirin bi serê me de anîn. Ji bo ku em nebêjin ‘na’ bi hezaran, deh hezaran em avêtin girtîgehan. Ji bo ku em nebêjin ‘NA’ me dît ku ked, xweza, meylnên cuda yên cinsî, zarok û hemû zindî hincirandin, talankirin. Ji bo vê ‘’Erê’’yê şer hate derxistin. Bi merasîmên fermî yan jî bê kêl zarokên me hatin veşartin. Ji bo vê û ji bo gelek tiştên din em dibêjin, ‘NA’.

Em jin dayika dîrok û jiyaneke nû ne. Jiyaneke nû ya hilberîner, dadmend, azad û aştî wê bi teqezî şîn were. Ya herî nuwaze ya ku em ê bînin dinyayê wê ev be. Ez keda we, hilberîneriya we, vîna we ya ku rih dide siyasetê slav dikim. Partî, raman her çi dibe bila bibe ez hêvî dikim ku jin bi jinbûna xwe wê bigihijin hev û referandûmê bi ser bixin. Di rûyê we de ken, di rihê we de berxwedan kêm nemîne. We hemûyan bi hezkirin slav dikim.’’