Yuksekdag: Em ji we natirsin, têkoşîna me mezin dibe

Yuksekdag , di çalakiya ku jin gihiştin hev de axivî û ev peyam da: “Em ji zilm û zextên we natirsin”. Berdevka KJA’yê Akat jî diyar kir ku jin wê di rêya demokrasî û azadiyê de sînoran nas nekin.

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) yên Wanê bi şîara "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" li Kolana Hunerê hatin gel hev û hevdîtina jinan pêk anîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Berdevka KJA'yê Ayla Akat, hevserokên HDP, DBP yên navçe û bajaran, hevşaredar û gelek jin tevli hevdîtina jinan bûn. Jinan pankartên "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim" û "Jin xwedî li Rêberê xwe derdikevin" vekirin. Jinan dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî serok Apo" û " Bê Serok jiyan nabe" berzkirin.

YUKSEKDAG: HUN NIKARIN ROJÊ TARÎ BIKIN!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di hevdîtina jinan de axivî û diyar kir ku hewladan ku 15'ê Tîrmehê hat dayîn, darbe nehatiye paşxistin berovajî vê pêvajoya piştî 15'ê Tîrmehê hat destpêkirin vîna jinê dike hedef.

Yuksekdag, bal kişand ser wezîfedarkirina qeyûman û wiha got: "Bi qeyûman vîna jinan hatiye xespkirin. Em hemû dizanin ku pêvajoyek nû ya têkoşînê dest pê kiriye. Ligel hemû zext û astengiyan jî wê jin xwedî li ax, vîn û nasnameya xwe derkevin. Hûn bi tayînkirina qeyûman nikarin vîna gel tune bikin. Hûn tenê dikarin bi astengiyên xwe têkoşîna me mezin bikin."

AKAT: JIN SÎNORAN NAS NAKIN!

Piştre Berdevka KJA'yê Ayla Akat axivî. Ata, bi lêv kir ku ligel hemû astengiyan Wê jin dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha axivî: "Me xwest dengê xwe bidin bihîstin. Tişta jê tê tirsîn çiye? Azadî û demokrasiye. Wê demê pirsgirêka Tirkiyeyê çiye? Pirsgirêka bingehîn azadî û demokrasiye. Lê jin sînoran nasnakin û wê nasnekin jî. wê her tim bêjin azadî û demokrasî."

Piştî axaftinan jinan bi tîlîlî û çepikan hevdîtina xwe bi dawî kirin.