Yuksekdag: Em ê bi berxwedanê Sakîneyan zindî bihêlin!

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, bi boneya salvegera Qetlîama Parîsê ji girtîgehê daxuyanî şand.

Yuksekdag di daxuyaniya têkîldarî Qetlîama Parîsê de got, “Bi bîranîna Sakîneyan ji bo me tê wateya berxwedanê. Yên fermana qetilkirina wan da û ev organîze kirin wê negihêjin armancên xwe.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, bi boneya salvegera Qetlîama Parîsê ji girtîgehê daxuyanî şand.

Daxuyaniya Yuksekdag wiha ye:

“Em sala 4’emîn a meşa nemiriya Sakîne, Leyla û Fîdanê de ne. 4 sal in, jin di rêka wan a azadiyê de dimeşin.

Digot, ‘jiyana min her şer bû’, Sakîne. Ev hevok di heman demê de bi me dide fêmkirin bê çima ew hatin hedefkirin. 3 qurnefîlên me, jinên şoreşger bûn ku jiyana xwe ji bo azadiya jinan û gelê Kurd kiribûn xelat. Her yekê, di siyasetê de însiyatîf û îradeya jinê kiribûn sembol.

Yên duh bi komploya navneteweyî ew qetil kirin, îro jî li ser gelan zext û zilmê ferz dikin, her roj welêt ber bi pêla tundiyê dibin. Yên duh hewl dan Sakîne Cansizan li Girtîgeha Amedê bi êşkenceyan bêzar bikin, îro îradeya siyasî ya zêdetirî 6 mîlyon mirovî di girtîgehê de rehîn digirin.

 Bi bîranîna Sakîneyan ji bo me tê wateya berxwedanê. Yên fermana qetilkirina wan da û ev organîze kirin wê negihêjin armancên xwe. Bi her bêhngirtina me, her çalakiya me, her strana me, her nîşaneya me ya serkeftinê em ê li girtîgehên ku em dîlgirtî ne, em ê 3 qurnefîlên xwe zindî bihêlin.

Ez mîrateya ku Sakîne, Leyla û Fîdanê hiştine, bi hurmet, hezkirin û hesret bi bîr tînim.”