Yuksekdag: “Em ê berxwedana Xwişkên Mîrabel mezintir bikin

Li Wan, Îdir, Bedlîs û Colemêrgê, Şirnexê jin bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan daketin qadan.

Li Wan, Îdir, Bedlîs û Colemêrgê, Şirnexê jin bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan daketin qadan. Li Wanê tevî astengiya polîsan jin meşiyan û li vir Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û wiha got: "Polîtîkayên şer ê desthilatdariyê li her denê şîdetê zêde dike. Em ê berxwedana Xwişkên Mîrabel a li dijî dîktatoriyê mezintir bikin."

WAN

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) Li beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag meşek li dar xistin. Di meşê de jinan pankarta "Şîdeta zilam îdeolojîk e xweparastin maf e" vekirin û posterên Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê ji aliyê leşkeranv e hate qetilkirin û piştre canezeyê wê hate teşhîrkirin û Selamet Yeşîlmen a dayika 5 zarokan e li Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin hilgirtin. Beriya ku jin bimeşin polîsan jin dorpêç kirin û jin asteng kirin. Yuksekdag bi polîsan re hevdîtin pêk anî û encamek nehat girtin. Ji ber ku jinan paş ve gav neavêtin polîsan dorpêç rakirin û jin bi dirûşmên "jin jiyan azadî" ve meşiyan.

Li ser navê KJA'yê Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Havya axivî, bal kişand li ser şîdeta li hemberî jinan û diyar kir ku şîdeta zilam îdeolojîk e

Piştre Fîgen yuksekdag axivî û anî ziman ku li her derê cihanê jin rastî qatlîam û zilmê tên û li dijî vê yekê jî jin tên cem hev. Yuksekdag got ku têkoşîna jinan ji ber vê yekê pîroz e.

Yuksekdag destnîşna kir ku desthilatdariyê hemû nirxên xwe winda kiriye û li hemberî têkoşîna jinan sekneke bêrûmet nîşan dide û wiha berdewam kir: "Ji bo dengê jinan kêm bikin bi her awayî êrîş dikin. Polîtîkayên desthilatdariyê yên şer li malê, kolanan û li her denê dibe sedema qetilkirina jinan. Li Tirkiyeyê çima rojê 5 jin tê qetilkirin, çima desthilatdarî bersivê nade vê yekê. Daraz cezayên wekî xelatê dide kujerên jinan û qatlîama teşwîq dike. Çima cezayên pêximker nadin kujeran. Polîtîkayên desthilatdariyê rê ji qirkirina jinan re vedike."

Yuksekdag da zanîn ku ew wekî jinan li dijî polîtîkayên jinan têkoşîna jiyanê didin û ev tişt anî ziman: "Li dibistanê, li malê, li kolanê jinên ku bi qetlîamê ve rû bi rû dimînin nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Desthilatdarî li şûna ku bibin dengê jinan bi polîtîkayên şîdetê ve qirkirinên jinan re rê vedikin. Polîtîkayên şîdetê yên desthilatdariyê  li her derê şîdetê zêde dike. Em ê têkoşîna ku Xwişkên Mîrabel xurtir mezin bikin."

Yuksekdag ev tişt anî ziman: "Li Nisêbînê Selamet a ku li ber mala xwe hate qetilkirin, li Cizîrê Fatmaya nû zewicî ye, Ozgecan a li Mêrsînê hate qetilkirin ji bo ku êdî nemirin em ê têkoşîna jinan xurtir bikin." Yiksekdag got ku têkoşîna wan li dijî şîdetê têkoşîna rûmet, aştî û wekheviyê ye. Yuksekdag gotina AKP'ê ya beriya hilbijartinê " An hûnê piştgiriyê bidin me yan jî welat dê ber bi kaosê ve biçe" bi bîr xist û AKP a ku di hilbijartinan de bû desthilatdarî bi polîtîkayên xwe ve welat ber bi şer ve bir. Yuksekdag got ku li dijî AKP a ku welat di Rojhilata Navîn de dixe nava şer dê têkoşîna jinan bi israr bidome.

Piştî axaftinan jin bi dirûşman belav bûn.

BEDLÎS

Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinê ya Şaredariya Bedlîsê li cadeya Saîdî Kurdî daxuyanî da. Xebatkara şaredariyê Berçem Uzar li ser navê jinan axivî û got ku ji bo şîdeta li hemberî jinan ji hlê bê rakirin ew ê têkoşîneke bi rûmet bimeşînin. Hevşaredara Bedlîsê Nevîn Daşdemîr Dagkiran jî axivî û destnîşan kir ku tevgera jina kurd xwedî dîrokeke bingehîn e û ew ê li dijî şîdeta zilam serê xwe netewînin û her tim têkoşîna xwe mezintir bikin.

COLEMÊRG

Hevparên KJA'yê li ber Navenda Jinê ya Binevşê jinên ku kom bûn, li Cadeya Bulvarê bi dirûşman meşiyan û li dijî qirkirina jinan nerazîbûn nîşandan. Ji navenda jinê Ozgul Dogan axivî û got ku şîdet li hemberî jinan her diçe zêdetir dibe. dogan anî ziman ku li hemberî şîdetê bêdengî hebe dê gelekj in bên qetilkirin û rastî tacîz û tecawizan bên.

Li navçeya Şemîzanê jî jinên KESK'î li ber avahiya şaxê kom bûn û şîdet şermezar kirin. Li ser navê jinên kedkar Sevcan Akkaya axivî û bilêv kir ku rojê li Tirkiyeyê 5 jin tên qetilkirin û her sal jî bi sedan jin ji aliyê hevser, bav û birayên xwe tên kuştin. Akkaya got ku ew ê li dijî şîdetê xwedî li nasname, ked û bedena xwe derkevin.

ÎDIR

Jinan bi pêşengiya Şaredariya Îdirê ve li ber Abîdeya DAnezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan daxuyanî dan. Endama Meclîsa Şaredariya Îdirê Seyran Ayhan axivî û diyar kir ku biryarên ku daraz têkîldarî kuştinên jinan digirin adil nînin. Piştî daxuyaniyê jin heta Navenda Çandê ya Îdirê bi dirûşman meşiyan. Li Îdirê wê di nav bera 25-29'ê Mijdarê de li Salona Konferansê Navenda Çandê ya Îdirê fîlm bên peşandan.

ŞIRNEX

Li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê li qadan bûn. Li navçeya Cizîrê jinên kiras, fistan û xeftan li xwe kirin wêneyên jinên ji hêla dewlet û zilaman ve hatine qetilkirin hilgirtin.Meşa jinan li ber avahiya HDP'ê destpê kir. Di meşê de pankartên , "Tundiya li hemberî jinê birdoziye xwe parastin maf e", "Em jin in ne namûsa kesê ne", "Zilam dikuje dewlet diparêze" vekirin û dirûşmeyên "Jin jiyan azadi", "Bi ji berxwedana Nisêbînê", berz kirin.

Piştî girseya jinan bi tililî û çepikan gehoşt ber avahiya Navenda Çand û Huner ya Ronahiyê ji bo kesên ditêkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.

Piştî rêzgirtinê Endama Kongre Jinên Azad (KJA) Bêrîvan Înanç destnîşan kir ku tundiya li ser jinê birdoziyê û da zanin ku parastina rewa mafê hemû jinan e. İnanç bilêv kir ku di meha dawî de tenê li Cizîrê 5 jin ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin û axaftina xwe wiha domand: "Dewlet ji aliyekê ve jinan qetil dike û ji aliyê din ve ji vîna gel nahesibîne. Hevşaredarên jin binçav dike û digire".

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî jinên li ber avahiya HDP'ê kom bûne heya Parka Yilmaz Guney meş li dar xistin. Jin bi erbaneyan meşiyan û di meşê de parkartên, "Jin jiyan azadî" , "Ji tundiya li ser jinê re na" hilgirtin û wêneyên jinên hatine qetilkirin vekirin.

Piştî girse bi tilîliyangehiştin Parka Yilmaz Guney daxuyanî dan. Li ser navê jinan endama KJA'yê Fatma Karakan da zanîn ku di serî de li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn qetlîama jinan berdewam dike. Karakan bi lêv kir ku AKP kujerên jinan diparêze û ev tişt gotin: "Kesên jinan dikujin ceza nawergirin û tên berdan".

Piştî daxuyaniyê jin bi dirûşm û tililiyan belav bûn.

...