YPS JIN li Amedê salvegera damezrandinê ya PKK'ê pîroz kir

Tîma Bersivdanê ya Şehîd Denîz Poyraz a YPS JIN li gelek taxên Amedê salvegera damezrandinê ya PKK'ê pîroz kir.

Di daxuyaniya Tîma Bersivdanê ya Şehîd Denîz Poyraz a YPS JIN hate ragihandin ku ji bo pîrozkirina salvegera 43'an a damezrandinê ya PKK'ê şeva 27'ê Mijdarê li taxên Mescît, Baglar, Ferîdûn, Yenîşehîr û Bahçelîevlerê bi hevdemî fîşekên hewayî hatine teqandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "PKK ku ketiye sala 44'an a têkoşînê, manîfestoyeke têkoşînê ye ku her saleke xwe berxwedan e. Bi pêşengiya Rêber Apo, berxwedan û têokşîn hînî gelê Kurd kir. Bû rojek ji bo paşerojê. Em jî vê berxwedan û felsefeya têkoşînê ji xwe re dikin pêşeng û em ê li ser vê xetê bin. Em sala têkoşînê ya 44'an a PKK'ê silav dikin û soza didin ku bi pêşengiya jinê bi ser bikevin."