YJŞ’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Fermanariya YJŞ’ê têkildarî cejna Çarşema Sor daxuyaniya pîrozbahiyê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin xakên Mezopotamyayê hurmet dide jiyana azad û bi hev re a hemû bawerî û gelan û hate gotin, ‘’Li Mezopotamyayê gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û ÊzÎdî bi hev re jiyane.’’

Bi berdewamî hate gotin, ‘’Rêber Apo diyar dike ku cejna Çarşema Sor di dîrokê de xwedî cihekî girîng û pîroz e’ û wiha hate gotin: ‘’Li gorî baweriya Êzîdiyan Çarşema 3’yan a Nîsanê weke roja afirînê tê qebûlkirin. Ev roj ku li gorî Êzîdiyan tê maneya roja nû, Melekî Tawiz dadikeve dinê û afirînê temam dike. Weke hemû cejnan cejna Çarşema Sor jî weke roja şadî û aramiyê tê pîrozkirin. Di vê rojê de hemû gunehên Êzîdiyan têne efûkirin. Li şûna neqenciyê dilnizmî, qencî, wekhevî û biratî tê xurtkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin Êzîdî di dîrokê de tim rastî fermanan hatine, zext li ser wan hatine kirin, fermana 73’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê ve hatinye kirin û wiha hate gotin: ‘’
‘Lê li gel zexta ku ji der û hundir ve tê kirin jî gelê me her sal Çarşam Sor pîroz dike. Em jî hêz YJŞ’ê vê roja pîroz li jin û zarokên Êzîdî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne pîroz dikin, em soz didin ku Çarşema Sor wê bibe roja azadiyê ya gelê Êzîdî û hemû gelan. Bi vê wesîleyê em soza xwe ya azadiyê ku me dayî gelê xwe dubare dikin.

Em bang li gelê Êzîdî yên li derveyî welêt dikin ku werin xwe tevlî avakirina xweseriya Şengalê bikin, tevlî nav refên YBŞ-YJŞ’ê bikin û Êzîdxanê biparêzin. Bi vê bawerî û nêzîkatiyê siberoja gelê me wê mîsoger bibe. Bi vê wesîleyê em Çarşeme Sor careke dî li gelê Êzîdî û hemû gelan pîroz dikin.’’