YJK-E ji bo meşa 30'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir

YJK-Elmanya, ji bo Meşa Navendî ya Êzidiyan a ji bo Şengalê ku wê di 30'ê Tîrmehê de bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Ji ber salvegera duyemîn a Qirkirina Şengalê ya 3'ê Tebaxê, wê di 30'ê Tîrmehê roja Şemiyê de, bi pêşengiya jinên Êzidî li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê meşeke navendî were lidarxistin û qirkirin bê şermezarkirin.

Meş ji aliyê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), NAV-YÊK û Saziya Ciwanên Êzidî ve tê organîzekirin. Buroya Aştiye ya Jinên Kurd (CENÎ), Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E, Ykîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya (YJK-E), Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), Hêvî e.V., UTAMARA, NAV-DEM, FEDA, YXK, Ciwanên Azad, CÎK, Dîe Lînke û bi dehan saziyên din destekê didin çalakiyê.

YJK-E li ser mijarê daxuyaniyek da û di serî de jinên Kurdistanî yên li Elmanyayê dijîn bang li hemû hêzên şoreşger û demokrat kir, ku bi xurtî tevlî meşê bibin û piştgiriyê bidin civaka Êzidî.

Meşa Mezin a Êzidiyan a ji bo Şengalê, wê di 30'ê Tîrmehê roja Şemiyê saet di 13:00 de li ber Zanîngeha Bîelefeldê li navnîşana Universität Strasse 25, 33615 Bielefeld destpê bike.

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kiribûn û civaka Êzidî qir kiribûn. Di vê qirkirinê de zêdeyî 3000 Êzidî hatin qetilkirin, bi sed hezaran ji cih û warên xwe bûn, beşekê xwe li çiyê girt û beşek ji vê civakê li çiyê ji tî û birçîna jiyana xwe ji dest da. Jin û zarokên bi saxî ketin destê çeteyan li bazaren koleyan hatin firotin. Hê jî aqûbeta gelek kesên di nava lepên DAIŞ'ê de ne, nayê zanîn.