YJK-E ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan banga lezgîn a çalakiyan kir

YJK-E: Divê dewleta Tirk bê şert û merc, yekser bi berxwedêrên li girtîgehan re rûnê û pêşî li mirina wan bigire.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê-YJK-E ELmanya daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, tifaqa faşîst a AKP-MHP-Qesrê ku fêhm kir di dengdana 16'ê Nîsanê de wê têk biçe, bi hemû hêza xwe êrîşî girtiyan dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber vê yekê li 187 girtî li 20 girtîgehên cuda dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ji ber xemsariya dewleta Tirk a faşîst ku xwe bi mirinê xwedî dike, grevên birçîbûnê gihîştine asteke krîtîk û hat gotin, "Daxwazên berxwedêrên di grevê de ne, ne ew daxwaz in nikarin bên qebûlkirin. Divê dewleta Tirk bê şert û merc, yekser bi berxwedêrên li girtîgehan re rûnê û pêşî li mirina wan bigire. Di rewşeke berevajî de, yekane berpirsyarê mirina li girtîgehan rû bide, dewleta Tirk a faşîst e.

YJK-E bang li jinan, gelan, şoreşger, demokrat û saziyên li Ewropayê kir, ku heta çalakgerên greva birçîbûnê encamê bigirin, li her cihê lê ne çalakiyan lidar bixin."