YJA-Star: Em hevrêyên xwe Elefeterya û Viyan bi hurmet bibîr tînin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Star, gerîlayên YJA-Star Elefterya Mahîr û Viyan Gabar ên ku di 11 Çileyê de li Sêrtê jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anîn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Star, sersaxî ji gelê Kurdistan û malbatên gerîlayên bi navê Elefterya Mahîr û Viyan Gabar ên ku di 11 Çileya 2017'an de li Sêrtê jiyana xwe ji dest dabûn re xwest.

Gerîlayên YJA-Star Elefterya Mahîr û Viyan Gabar ên ku di 11 Çileyê de li Sêrtê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê ve hatin bibîranîn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Star di daxuyaniya xwe de ev agahî da: 

"Hevrêyên me Elefeterya Mahîr û Viyan Gabar ku endamên YJA-STAR û HPG’ê bûn, 11’ê Çile dema ku diçûne ser peywira xwe ji hêla çeteyên AKP-Qesrê ve hatin ferqkirin.Piştî ku operasyonek bi ser cihê hevalên me de tê kirin 2 hevalên me şehîd dibin. Beriya her tiştî ji ber sedema vê şehîdbûnê em sersaxiyê ji malbata bi qedir û hevalên me yên rêzdar re dixwazin."

YJA-Star têkildarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane ev agahî parvekir:

Hevrêya me Elefterya ji malbateke niştimanperwer tevlî naf refên têkoşînê dibe. Ji dema ku tevlî nav refên têkoşînê dibe, li gelek qadan, di xebatên gel de, weke gerîlayek berpirsyariyan bi cih tîne. Herî dawî li qada Botanê bi awayekî çalak xebatên xwe kiriye. Hevrê Elefterya ku di jiyana xwe ya têkoşînê de bi berpirsyarî, bi rêzdar bûn, kedkarî û hevalheziyê dihate nasîn, bi helwesta xwe di nav hevrêyên xwe de bûye mînakek. Her wiha hevrê Viyan Gabar jî, li Qadên Parastina Medya perwerdehiya xwe dîtiye; li qada Mêrdîn û Botanê gerîlatî kiriye. Bi helwesta xwe ya ji dil, dirûst, fedakarî di dilê hevrêyên xwe de cihê xwe çêkiriye.

Herdu hevrêyên me jî di têkoşîna azadiyê de bi îdîa, moral û biryardariyê di nav wê hewldanê de bûne ku girêdayî Rêbertî, şehîd û gelê me bin.

Em weke hêzên YJA-STAR’ê di pêvajoya şer û berxwedana dîrokî de, em careke din sond dixwin ku girêdayî bîranîna hevrêyên xwe bin, careke din sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin."