YJA Star: Em ê bi felsefeya azadî û fedayîbûnê têbikoşin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir, ku weke hêza parastina jinê û jiyana azad, ew ê jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nekin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuayniyê de hat gotin, "Komploya 15’ê Sibatê ya ku di dîrokê de komploya herî bi lenet e, di şexsê Serokatiya me de li ser tevahî Kurdan û mirovahiyê hate pêkanîn. Em lenetê li vê komployê tînin. Em hevrêyên xwe yên ku dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re û azadiyê re bi dirûşmeya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' ji tevahî cîhanê re nîşan dan û bê dudilî giyanên xwe dan azadiyê û tevahî hevrêyên me yên ku bûne şopdarê wan şehîdên me yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

15'Ê SIBATÊ BI ZANEBÛN HATIYE HILBIJARTIN

Di daxuyaniya YJA Starê de li ser armanca komployê ev nirxandin hat kirin:

"Di tevahî demên ku hêzên navnetewî yên hegemonîk lewaz dibin, dikevin di nava kaos û ne diyartiyê de êrîşên xwe li ser Rojhilata Navîn zêdetir dikin. Tê zanîn ku li ser Rojhilata Navîn, dixwaze statûya xwe ya vir ber bi çavan re derbas bike li ser vê bingehê jî şer di welatê me de pêş de dibin. Bi vî awayî dixwazin herêma me veguherînin gola xwînê. Û di her demê de Rêberê me, tevgera me û gelê me dixe navenda êrîşên xwe. Her wiha komploya navneteweyî encamê vê rastiyê ye. Îro şerê di asta şerê cîhanê yê sêyemîn de tê diqewime, tecrîda ku li ser Serokatiya me tê kûr kirin, êrîşên li ser tevgera me û gelê me jî vê rastiyê tîne berçavan. Çawa ku di encamê şerê cîhanê yê 1-2. de bi parçekirina Kurdistanê re têşe ji welatên dever re hate dayîn û di Rojhilata Navîn de statûkoyek nû hate avakirin, dixwazin heman tiştî di roja me ya îro de jî li ser Serokatiya me û Tevgera me ya Azadiyê pêk bînin. Lewma di roja 15’ê Sibatê de ango di roja ku li ser Şêx Seîd komplo hatiye pêkanîn di vê rojê de Serokatiya me jî anîne Îmraliyê. Gelek cara dîrok ji me re daye peyîtandin ku, tevahî tiştên tên kirin, gavên ku tê avetin ne tesadûfe. Ji bo vê dîroka 15’ê Sibatê bi zanabûyîn hatiye hilbijartin û pratîkî jî hatiye pêkanîn."

'RÊBERÊ ME BI RENGEKÎ DÎROKÎ LI BER XWE DAYE'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bal kişand ser berxwedana Ocalan a li Îmraliyê û ev nirxandin kir:

"Ev 18 sal in li girava Îmraliyê, îşkenceyê li dijî mirovahiyê li Serokatiya me tê kirin. Li hember tevahî îmha û tinekirinê jî her tim di nava berxwedaniyê de ye û di tevahî gav avetinên xwe de komplo pûç derxistiye. Serokatiya me daye peyitandin krîza ku pergal dijî, rewşa ku civak xistiye navê, encex bi modernîteya demokratîk re dikare derbas bibe û vê jî îspat kiriye. Hêzên ferq kirin ku bandoriya Rêberê me ji bo wan xeteriyeke hewildan pêşiya vê bigrin. Bi taybetî jî pêşketinên ku li Rojava û Bakurê Kurdistanê ji bo Kurdan pêşdikevin bûye tirsa desthilatdariya faşîst a AKP-Erdogan. Dîtin ku di van serkeftin û pêşketinan de serkeftinê Serokatî yê mezin heye ji bo vê ji nû de berê xwe dan Serokatî. Ji sala 2015 de di 5’ê Nîsanê heya roja me ya îro bi Serokatiya me re bi tu awayî têkiliyekê bi sexlem ne hatiye pêşxistin. Desthilatdariya AKP li ser faşîzma xwe faşîzm zêde dike û li Bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte ku dabûn destpêkirin bi awayekê fermî dane destpêkirin. Îro jî ji bo ku vê bi pergal bikin diçin referandumê. Çeteyên AKP’ê û Erdogan difikirin ku yekemîn rêya qezençkirinê êrîş birina li ser Serok APO û Tevgera Azadiyê derbas dibe û li ser vê bingehê jî tevahî polîtîkayên xwe bi rê ve dibin. Ev nêzîkatî û gotinên wan bi awayekî gelek eşkere bê exlaqtî û gafletiya ku ketine tê de dide diyakirin. Pêwîste ev tu carî neyê jibîr kirin, polîtîkayên ku li ser Serokatiya me pêşdixin wê bibe topekê agir wê bi awayekê teqez wan bi şewtîne. Dewleta ku serî li van leystokan dide, desthilatdariya ku faşîzmê li ser gelê Kurd sawêr dikin bila baş bizanin, di her aliyê Kurdistanê de fadayîyên xwe, bi milyonan welatparêzên xwe, qadroyê xwe li her derê belavbûne, wê ev tevger di derdorê Serokatiya me de bûne çemberek ji agir. Ne gengaze ku ev çember qutbibe. Qirna sedsala 21.bi Serokatiya me, jin, gelê me û li ser navê nirxê mirovatiyê paradîgmeya bi azadiyê re tacîdar dibe. Pergala wê, hêzên parastînê di xeta fedayîbûyînê de bi vînekê mezin û bibiryariyekê bilind dibe.

'BERÊ ME WÊ LI AZADIYA RÊBERÊ ME BE'

Gelê Kurd, bi jin, ciwan, pîrên xwe, şervan û berxwedêrên xwe re di pêngava 'Xweseriya Demokratîk û ji nû de avakirina jiyana azad û parastina wê' de berxwedaniya bêhevta dane raxistin û girêdanbûyîna xwe ya li hember Rêber APO dane ispatkirin. Ji bo vê em dibêjin, em li ku derê dibin bila bibin eger ku berê me her tim li azadiya Serokatî be, xwe, jiyana xwe, çalakiyên xwe li ser vê bingehê rêxistin bikin û ber bi serketinê ve gavên mezin bavêjin em ê komploya navneteweyî pûç bkin û pergala Îmraliyê ji cihê wê derxin û bavêjin.

Em weke hêzên jiyana azad û parastina jinan hêzên YJA Star ji tevahî cîhanê re dibêjin, jiyanekê bê Serokatî bi ti awayî napejirinîn, em kêliyekê bê Serokatî henase girtinê ji xwe re heram dibînin. Em ê ala azadiyê ya ku me ji Sara’yan mîras girtiye heya dawiyê bilind bikin, bi ruhê îradebûye yê Kurdêyan, Rotîndayan, Viyanan, Evrîman xwe bi arisînin, bi felsefeya fedayîbûyînê yê hevrê Zîlanan, Arînan, Zeryanan, Doğayan şer bikin û bi Rêber APO re hevdîtina mezin bi afirînin. Pêwîste ev bi ti awayî neyê jibîr kirin, her gerîlayekê YJA Star fedaîyên azadiyê yê Rêber APO ne. Di vê wateyê de em cardin tevahî hevrêyên me yên şehîd ên ku ji tarîtiya komployê re bûne ronahî bi rêzdarî û mînet bibîrtînin, em ê berxwedaniya wan bi serketinê re tacîdar bikîn, di derdora Serokatî de bibin çemberekê ji agir û soza şopdarê hevrêyên xwe yên şehîd didin."