Yekîneyên Parastina Jinê yên Bethnahrîn hatin damezrandin

Yekîneyên Parastina Jinê yên Bethnahrîn gotin, "YJA Star û YPJ bi têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê û hêzên dîktator ên li herêmê re, ji bo me û hemû jinên din ên herêmê bûn mînak û moral."

Yekîneyên Parastina Jinê yên Bethnahrîn gotin, "YJA Star û YPJ bi têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê û hêzên dîktator ên li herêmê re, ji bo me û hemû jinên din ên herêmê bûn mînak û moral. Weke yekîneyên jinê em ê piştgiriyê bidin hev û hebûna xwe xurttir bikin."

Yekîneyên Parastina Jinê yên Bethnahrîn daxuyaniyeke nivîskî weşandin û bibîr xistin ku hêzên serdest û dîktatorên li herêmê li ser desthilatdariyê ne, li Rojhilata Navîn şerekî qirêj dimeşînin. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêxistina barbar DAIŞ a ji aliyê vî şerî ve hat afirandin, di dilê gelan de birîneke nû vekir û hat gotin, "Herî zêde jin dibin hedefa rêxistina terorê DAIŞ'ê. Ji ber ku rêxistina hov DAIŞ, li dijî gelan, bi taybetî Xiristiyan, Êzidî, Elewî û parêzvanên demokrasiyê, şerekî etnîkî, çandî û mezhebî daye destpêkirin. Nûnerê vê zîhniyeta qirêj xwe li Mûsil, Şengal, Deşta Nînova, Kobanê, Xabûr, El Karyatyn û gelek cihên din nîşan daye. DAIŞ, El Qaîde, Boko Haram, El Şabab, El Nûsra û rêxistinên mîna van ên li dijî mirovahiyê, dixwazin zayenda jinê heta hetayê bikin kole, têkoşîna demokrasiyê tine bikin û ruhê civakan birizînin. Ji ber vê yekê, her kesê xwedî hesta mirovahiyê bi taybetî jî jin, divê li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê û hemû hêzên destekdarên vê rêxistinê bisekinin û têbikoş in.

Li welatê me Bethnahrîn (Mezopotamya) û herêma me Rojhilata Navîn, hewl tê dayîn berhemên me yên dîrokî û nasnameya gelê Suryanî bê tinekirin. Tevahiya cîhanê şahidî jê re kirin bê çawa li Iraqê dewlemendiyên me yên çandî, berhemên me yên dîrokî, malên me û bajarê Qralîçe Zennûbya bajarê antîk Palmîra bi çi rengî ji aliyê barbaran ve hatin xerakirin. Ji Suryaniyan, Êzidî û gelên din jin hatin revandin, li bazaran mîna koleyan hatin firotin û rastî her şêwe hewldanên li dijî exlaqê hatin. Bêdengiya li hemberî vê barbariyê tê wateya hevkariya li vê barbariyê."

Yekîneyên Parastina Jinê yên Bethnahrîn da xuyakirin ku divê gelê Suryanî li welatê xwe karibe nasname, hebûn û dewlemendiya xwe biparêze, bi gelên din re di nava piştgiriyê de be û gotin, "Weke jinên Asûrî-Aramî-Keldanî-Suryanî, ji bo parastina welatê xwe, pêşeroja xwe û namûsa xwe û ji bo tinekirina barabariya DAIŞ'ê li ser xaka xwe, me rêxistinbûyîna xwe ya leşkerî ava kirine. Em ê vê biryara xwe bi ragihiştina çekan û li refên herî pêş ên şer bi parastina gelê xwe, bixin meriyetê.

Weke jinên Suryanî, bi pêşengiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) em bawerin ku bi wergirtina hêza ji nirx û dîroka têkoşîna xwe ya civakî û neteweyî, bi wergirtina desteka mirovahiyê re em ê di doza xwe de bi ser bikevin. YJA Star û YPJ bi têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê û hêzên dîktator ên li herêmê re, ji bo me û hemû jinên din ên herêmê bûn mînak û moral. Weke yekîneyên jinê em ê piştgiriyê bidin hev û hebûna xwe xurttir bikin. Ji ber k li Rojhilata Navîn tevî şerê li dijî berjewendiyan, têkoşînek li hemberî sîstem û zîhniyetê jî tê dayîn. Heta ku li Rojhilata Navîn hêzên demokratîk li hemberî hêzên tarî bi ser nekevin, kes nikare behsa azadiyê bike. Di avakirina jiyaneke demokratîk de gelekî girîng e ku jin zincîrên koledariyê bişikînin û di têkoşîna azadiyê de bi çekdarî cih bigirin."

Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: "Weke Yekîneyên Parastina Jinê yên Suryanî, em 30'ê Tebaxa 2015'an weke dema damezrandina rêxistina xwe diyar dikin û vê yekê ji tevahiya cîhanê re radigihînin. Armanca me, xurtkirina nirxên gelê me, mafên jinan û bi jinên ji gelên din re mezinkirina piştigiriyê, meşandina têkoşîneke hevpar li dijî zîhniyetên paşverû ye. Ji ber vê yekê heta serketinê em ê bi nirxên mirovahiyê re dilsoz bin û têkoşîna xwe li ser vê bingehê bidomînin. Em bang li jinên gelê xwe dikin ku di şerê me yê li dijî barbaran de, bi me re tevbigerin û bi rola xwe rabin. Her wiha em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk a cîhanê dikin ku ji aliyê madî û manewî ve destekê bidin têkoşîna me."