Ya ku raperîna xwe kir berxwedan: Viyan Soran

Viyan Soran, ku di sala 2006'an de li Heftanînê, li dijî komploya navneteweyî bedena xwe da ber agir, ezma têkoşînê û evîndariya azadiyê weke mîrateyekê ji hemû jinan re hişt.

Di nameya xwe de got, "Ez jî mîna gelek hevalan, xwe deyndarê gelê xwe û jinên êşkişandî dibînim". Evîna Soran di navê hemû zarokên keç ên piştî wê ji dayik bûn de dijî.

Viyan Soran, ku bi evîna xwe ya azadiyê di hiş û dilê jinên Kurd de cih girt, di salvegera 11. a çalakiya xwe de, ku bedena xwe da ber agir, tê bîranîn. Soran keça malbateke ji eşîra Caffê ye, ku ev eşîr yek ji mezintirîn eşîrên li Başûrê Kurdistanê ye. Soran li Silêmaniyeyê ji dayik dibe û bi têkoşîna xwe tevlî karwanê nemiran dibe.

Viyan Soran a berê xwe da çiyê, dixwaze tevlî nava refên PKK'ê bibe. Lê malbat li ber wê radibe. Di sala 1997'an de tevî xwişka xwe tevlî nava refên PKK'ê dibe. Malbat ji bo Soran vegerîne gelek caran dikeve nava hewldanan û rayedarên PKK'ê re ji malbatê re dibêjin, 'Ne karê me ye. Ev karê vîna azad a keça we ye. Jê bipirsin, eger wê jî xwest, hûn ê pê re vegerin'. Soran bi malbatê re rûdinê û vê bersivê dide malbatê: 'Ez bi ti awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim'.

MÎNA BI HEZARAN JINAN BERÊ XWE DA ÇIYÊ

Soran, ku li cihekî erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku gelek zilm dîtiye ji dayik bû, mîna bi hezaran jinan berê xwe da çiyê û bi biryardarî û fedakarî cihê xwe di nava refên PKK'ê de girt.

Soran di sala 1997'an de tevlî nava PKK'ê bû. Hê gerîlayeke salekê bû, lê di têkoşîna zor û zehmet de bi erkê girîng rabû û di demeke kurt de xwe gihand asta fermandariya Yekîneyên Jinê yên Azad (YJA Starê). Di dema erka xwe ya fermandariyê de, di kêliyên herî giran ên têkoşînê de hişmendî û têkoşîna xwe ya zayendî dewam kir. Soran di her kêliya jiyanê de, di mijara hişmendiya jinê de bi israr û biryardar, bi rola pêşengiyê rabû. Di heman demê de bi fermandariya xwe ya li nava YJA Starê re, di nava PKK'ê de jî bi sekna xwe deng veda.

KEVNEŞOPIYA JINÊN DI ŞOREŞÊ DE BI BIRYAR IN

Salên ku Soran tevlî nava refên PKK'ê bû, ew sal bûn ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo hatibû kirin û çalakiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' li girtîgehan di sala 1999'an de dest pê kirin. Soran ku bi salan têkoşîna zayendî û têkoşîna nasnameyê meşand, li çiyê jî bi Besêbûyîn, Zarîfebûyînê re di demên bê eman ên têkoşînê de, bê sekn meşa xwe dewam kir.

Soran, tevî emrê xwe yê ciwan jî bû mînak ji hevalên xwe re. Di sala 2006'an de rêyeke cuda hilbijart. Soran ku bihîst tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din hatiye şidandin, çalakiyên 'hûn nikarin roja me tarî bikin' ên li girtîgehan gihand çiyê û di rojên destpêkê yên Sibata 2006'an de li Heftanînê bedena xwe da ber êgir.

NAME JI BO MALBATA XWE NIVÎSÎ Û EVÎNA XWE YA AZADIYÊ NIVÎSÎ

Navê wê li gelek zarokên piştî wê ji dayik bûn hat kirin. Soran di şeva çalakiyê de nameyekê ji malbata xwe re dinivîsîne û wiha dibêje:

"Beriya her tiştî ez slavan li dayik, bav, xwişk, bira, xizm û hemû dostan dikim. Hêvîdar im wê her tim baş bin û yek bi yek çavên hemûyan maçî dikim.

Malbata min a xoşewîst,

Nêzî deh sal in, ji ber şert û mercên têkoşînê, her wiha ji ber hinekî aciziya xwe ya ji we, min name ji we re neşand. Mijara tevlîbûna min a li nava tevgera azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Serok Apo û PKK'ê, tevlîbûna min a li nava tevgera azadiyê ya jinê, me bi hev baş nedan fêhmkirin, lewma hin pirsgirêk derketin. Hêvîdar im hûn ê piştî deh salan vê rêyê û vê têkoşîna ku bi hezaran jin û xortên ciwan ên ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe didinê, fêhm bikin. Hûn bixwazin jî nexwazin jî hûn malbateke vê şoreşê ne. Li we nayê ku hûn derî û dilê xwe li hevalan, li nêrîn û armancên bi mîlyonan mirovan bigirin, ku keça we jî dildara van armancan e!

Di nava civakê de cihekî we yê rêzdarî û hêja heye. Hûn ji wan Kurdan e, ku Helebçe, Enfal, qurbanî û welatparêziya li sirgûnê dîtine. Hûn ji wî gelî ne, ku bi felseya 'şêr şêr e, çi jin e çi mêr e' têdikoşin e. Lewma nabe ku hûn tevlîbûna jinekê ji bo çareseriya pirsgirêka neteweyî û hebûna vîna wê, weke cihê şermê û mijara namûsê bibînin. Girîng e hûn êdî nedin dû aliyên paşverû û kevneperest ên civakê û mikur bên ku jin hebûneke civakî ye. Ji ber ku qebûlkirina jinê weke mirovekê tê wateya erêkirina vîna gel û civakê. Eger bi vî rengî nebe, wê jiyan nîvco bimîne. Êdî dem hatiye hûn jî biryarê bidin. Divê hûn jî xwedî li dîrok, berxwedan û lehengiya gel û mirovahiyê xwedî derkevin û mîna her Kurdekî bi şeref û namûs bêjin, 'em jî hene û li gorî hêza xwe em ê jî xizmetê bikin'.

'PIRTÛKÊN SEROK APO BIXWÎNIN'

Dema ez ji we qut bûm 15 salî bûm, niha jî 24 salî me. Rica dikim, hinekî objektîf bifikirin û vê pirsê ji xwe bikin; 'Ev keça me çi dike û çima û çawa têdikoşe. Gelo ew jî mîna Awaz, Xalit û hinekî din nikarîbû vegeriya û ji bo xwe bijiya?' Bila ji niha û pê ve heval karibin bên mala we, bên serdana we. Hûn jî biçin serdana hevalan. Nameyên min bixwînin û li jiyana min û ya hevalên min bipirsin. Timî li ROJ TV temaşe bikin û li Dengê Mezopotamyayê guhdarî bikin. Pirtûkên Serok Apo bixwînin. Hûn ê hingî fêhm bikin bê çima keça we serî li rêyeke bi vî rengî daye û fêhm bikin, bê çima di nava vê jiyanê de me. Ez nabêjim bi vî rengî yan jî wî rengî bikin, tenê dibêjim destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bi xwe biryara xwe bidin.

'EZ ROJEKÊ JÎ LI NÊRÎNA XIYANETÊ NEFIKIRÎM'

Der barê xwe de ez ê tenê tiştekî bêjim. Ev 9 sal in, ez rojekê bi tenê jî li nêrîna xiyanetê û poşmaniyê nefikirîm. Min gelek tişt ji PKK'ê girt û ji ber vê yekê jî serbilind im. Yek ji rastiyên bingehîn ên min jê fêhm kir; hezkirina dê, bav, xwişk, bira û tevahiya mirovahiyê ye. Ez wextekê gelekî ji we aciz bûbûm û min digot, 'çima min şaş fêhm dikin, çima xwe li derveyî PKK'ê dibînin'. Bi demê re min fêhm kir ku yê sûcdar ne tenê hûn in. Ji ber ku helwesta we, ji pirsgirêka zîhniyetê û siyasî ya sedan salan, ji kevneperestiya sedan salan dihat. Ji ber ku min îmkan çênekir ku bi we re nîqaş bikim, ez jî di vî warî de kêm mam. Ji ber vê yekê lêborîna xwe ji we dixwazim. Dixwazim hûn zanibin, hem weke malbatê hem jî weke mirovên Kurd di dil û mejiyê min de ne. Ji bo afirandina jiyaneke bextewer ez amade me jiyana xwe feda bikim. Bersiva min a li keda we ji bo min dane, wê ne xiyaneta li xwîna şehîdan be, wê xwedîderketina li wan be û fedakirina xwe be.

'XWEZÎ JI CANÊ MIN HÊJATIR TIŞTEKÎ DIN HEBÛYA KU MIN BIDA'

Ev çalakiya min bersive li siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.

Dil dixwest ji bo we hemûyan gelek tiştan binivîsîne û yek bi yek ji bo we tiştna bêjim. Lê belê ji bo pêkanîna çalakiyê çend saet man e. Ji ber wext kêm e, ji vê zêdetir nikarim binivîsînim. Ji ber ku xwişk û birayên min, mirovên me yên ku divê ji bo wan, bi qasî we û ji we bêhtir tiştan binivîsnim, hene. Herî dawî dixwazim tiştekî bêjim. Eger hûn li ser bingeheke rast ji hev hez dikin, rica dikim ji we ku armanc û rêbaza min rast fêhm bikin û şaş nenirxînin. Ji ber ku ez ji bo vê jiyam û ji bo vê jî di destê min de plana min a şehadetê heye. Wasiyeta min e ku Awaz careke din tevlî nava refên gerîla bibe, rahêje çeka min û li hembêza çiyayên azad veger. Ji ber ku ez gelekî jê hez dikim. Ji ber ku ew hêja ye ku di nava hevrêyên xwe de be. Wekî din li pêşiya keç û xortên din jî nebin asteng ku xwe û siberoja xwe nas bikin û bibin xwedî vîn. Herî dawî silav, hezkirin û hurmetên xwe pêşkêşî we dikim, hêvîdar im hûn ê her tim bextewer û serbilind bin.

Bi silav û hurmetên xwe... Keça we Leyla Walî Huseyîn - Viyan Soran 01 Sibat 2006."