Xeteriya li ser jiyana girtiya nexweş Sîbel Çapraz dewam dike

Xeteriya li ser jiyana Sîbel Çapraz dewam dike, ku li Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê tê girtin û heta niha 15 caran hatiye emeliyatkirin. Rayedar nahêlin Çapraz bi têrkerî bê dermankirin.

Tevî girtina kolostomîn û emeliyata înversiyonê, diviyabû di sala 2016'an de 2 emeliyatê cuda lê bihata kirin. Lê belê ji ber ku ev nehat kirin, xeteriya li ser jiyana Çapraz dewam dike.

Kekê girtiya bi nexweşiya giran Sîbel Çapraz Necîp Çapraz ji ANF'ê re qala rewşa xwişka xwe kir.

'YÊN KU SÎBEL DADGEH KIRIN JI FETO HATINE GIRTIN'

Necîp Çapraz da xuyakirin, ku xwişka wê piştî bi destê hêzên ewlekariyê yên dewletê bi giranî hat birîndarkirin, mudaxleya li nexweşxaneyê jî di nava zextên giran de hat kirin û got, "96 rojan polîs li ser serê me bûn. Diviyabû ev 96 roj di nava dema wê ya girtinê de bihata hesibandin. Zexta psîkolojîk hem li ser me hem jî li ser Sîbel hebû. Piştî 96 rojan wê Sîbel derxistibûya pêşberî dadgehê. Roja ji emeliyatê derket, 2 derziyên tevizandinê lê dan û ancax piştî vê karîbû tevlî rûniştina dadgehê bibe. Ji ber 15 emeliyatên lê hatin kirin, êşên wê gelek bûn. Li her devera bedena wê birîn hebû. Dadgehê biryar da ku Sîbel were girtin. Temamiya heyeta dadgehê ya biryara girtina Sîbel da, ji FETO girtî ye. Saziya Tipa Edlî jî, tevlî ku Sîbel bi çekê birîndar bû, rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da. Gelek endamên wê heyetê jî niha ji ber FETO tên darizandin. Ji hingî ve ti mudaxleya tibî li Sîbel nehatiye kirin. Bi qasî saleke mudaxleyeke tibî lê nehatiye kirin.

Çapraz anî ziman, ji ber ku Sîbel Çapraz li Îzmîrê tê girtin, weke malbat ew jî gelekî mexdûr in û got, "Em ji cihekî bi 2000 km'yî dûr e, tên. Lê rêveberiya girtîgehê nahêle em hevdîtinê bike."

'DEMA RÛVIYÊ MIROVAN LI DERVE BE, GELO DIBE KU MIROV GIRTÎ BIN?'

Kek Çapraz destnîşan kir, ku tiştekî ne însanî ye dema rûviyê mirovan li derve be mirov girtî bin û got, "Sersalê em çûn hevdîtina wê ya vekirî. Hevalên Sîbel ên li qewîşê alîkariyê pê dikin û Kolostomî yanî kîsê rûviyên wê diguherînin. Hevalên wê hem lê miqate ne, hem jî weke hemşîreyan alîkariyê didin wê. Em dizanin, girtina Sîbel di nava vê rewşa giran de, hem ji aliyê psîkolojîk hem jî ji aliyê fîzîkî ve ew gelekî êşandiye. Tişta ku niha bi serê xwişka min ve tê, nikare heta dawiya emrê xwe ji bîr bike. Ji ber ku di her kêliyê de dêşe. Dema rûviyê mirovan li derve be, gelo dibe ku mirov girtî bimînin? Gelo ev tê çi wateyê? Mirovên tenduristiya xwe baş e, bi zorê li girtîgehê îdare dikin. Lewma miroveke ku 15 emeliyat lê bûye, pêwîste di nava şert û mercên taybet de bê girtin."

'RÎSKA MIRINÊ HEYE'

Çapraz diyar kir, tevî emeliyatên hatine kirin, hê divê 4 emeliyatên girîng û bi rîsk bên kirin û xwişka wî di nava şert û mercên baş de be. Çapraz got, "4 emeliyat divê di demeke nêz de were kirin. Li gorî daxuyaniya doktoran, di van emeliyatan de rîska mirinê heye. Doktorê ku herî dawî bi Sîbel re axivî jê re got, 'rîska mirina te dewam dike, divê haya te ji vê hebe'. Li şûna ku li nexweşxaneyeke têrker bê emeliyatkirin, hewl tê dayîn li cihekî qewîşa mehkûman were emeliyatkirin. Ev êşa ku bi xwişka min didin kişandin, di heman demê de jiyan li malbatê herimandiye. Em bi fikar in ku dewlet xwişka min tedawî bike. Ji her tiştekî bê serê xwişka min, wê dadger û dozgerên vê dewletê berpirsyar bin."