'Xeta me ya berxwedanê û jiyana azad e'

Gerîlayên YJA Starê, di salvegera çaremîn de komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an nirxandin.

9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi komployekê hatin kuştin. Li ser vê qetilkirinê re 4 sal derbas bû. Di vê der barê de gerîlayên YJA Starê nêrînên xwe ji ANF’ê re gotin.

Toprak Canfeda li ser Komkujiya Parîsê wiha got: "Komploya li ser 3 jinên şoreşger pêk hatiye şermezar dikim. Di şkesayeta  van hevalan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Komploya ku li ser sê hevalan pêk hatiye li tevahî cîhanê bandoreke pir mezin kir. Di kesayeta van hevalan de hate xwestin ku li ser tevgera jinê û li ser Rêbertî komplo were kirin. Em ê weke tevger tola vê komployê bi tekoşîna azadiya jinê û bi rêka haqîqatê hilînin. Jiyana hevalan li ser min gelek bandor kir. Min çi qas  heval Sara nas kir weke jinekê bêhtir min xwe nas kir. Jiyana min a di nav pergalê de ne kesayatiyeke karîger bû. Ji ber ku min bi hêza xwe ya hundirîn nedizanî. Dema min ev heval nas kirin û lêkolîn kirin, alîkariyeke mezin dane min. Her ku min  ew nas kirin gav bi gav ez nêzî têkoşînê bûm; tekoşîna li dijî  kesayetiyê. Di nav tekoşînê de bûne rêbaza ji armanc û bîryara min re. Weke ku miroveke mirî nû zindî bibe. Şahadeta van hevalan her roj bi hezaran zindî dike. Şehîd ji bo me pêşengtî, hêz û sedema avakirina jiyana nû ne. Bang li tevahî mirovan dikim. Werin em bi hev re di rêka sê jinên şoreşger de tekoşîna xwe bi hev re geş bikin."

Stêrk Dîrok jî got: "Di serî de, di kesayeta 3 jinên şoreşger de tevahî şehîdên şoreşê ez bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Şoreşgeran ku ev jiyan dane me û niha jî em li ser xeta wan dimeşin. Heval Sakîne, heval Leyla Fidan piştre jî Sêvê, Fatma, Pakîze, Asya û Mehmet Tûnç  bi rêzdarî bi bîr tînim. Roja 9’ê Çilê lanet dikim. Min berê ev heval qet nas nedikir. Tenê min wek nav ew nas dikirin. Dema ku min pirtûka hevala Sara xwend bandorek li min kir. Wê demê min ji xwe re got baş bu ku ez tevlî nav refê gerîla bûm’ Ez ji şehadeta wan bibandor bûm û tevlê bûm. Rûkeniya heval Leyla di nav wêne yan de mirovan dikîşîne xwe. Heval Sara jî dema min pirtûka we xwend tekoşîna ku li hemberî dijmin li zindanê daye, hêz da min. Tekoşina van hevalan, bi mîlyonan jin ji nav qirejiyê derxist û wan dikşîne nav jiyana azad. Ne bi tenê fîzîkî bi fikir û raman bi her şêwazî azad dike. Ez jî soz didim van hevalan ku tekoşina xwe xwirtir bikim û layiqî wan bim. Wek jinekê; ji bo xewn û xeyala hevalan û bi hezaran şehîdên me yên di rêka azadiyê de têkoşiyan û şehîd bûn, bi cih bînim tevlî nav refê gerîla bûm."

'TEQEZ EM Ê TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILÎNIN'

Ekîn Viyan, jî mîna hevalên xwe komkujiya Parîsê şermezar kir û wiha axivî;  "Di serî de komploya ku li Parîsê pêk hatiye şermezar dikim. Di kesayeta 3 jinên şoreşger de tevahiya şehîdên şoreşê bi bîr tînim.  9’ê Çilê salvegera şehadeta Heval Sakîne, Leyla, û Fîdan e. Şahadeta wan hevalan ji bo me pir giran e. Dema mirov lê dinêre bandoreke wan a mezin heye. Sekna hevala Sara jiyana wê bandoreke mezin li ser ciwanan kiriye. Di cîhanê de ev qasî komkujî çêdibin. Bi taybetî li ser jinên Rojhilat aw qasî zext,tundî hene. Piranî li Rojhlatê Kurdistanê ji hevalan bibandor bûne û xwe tevlî nav refên azadiyê kirine. Piştî ku me heval Sara nas kir em jî dixwazin weke wê bijîn.  Li dijî vê komployê divê em dest bidin hev û bibin bersiv. Em ê xwedî li têkoşîn û berxwedana wan hevalan derbikevin û tola wan hilînin."

'ROJA ME BI TÊKOŞÎN Û SEKNA WAN WATEDAR DIBE'

Gerîlaya YJA Starê Gulaber Sîverek jî ev nirxandin kir: "Em komploya li ser heval Sakîne, Leyla û Fîdan şermezar dikin. Hevala Sara ji avabûna partiyê heta bi zindana Amedê û heta şehîd bûyî berxwedaneke mezin da. Bi taybetî li girtîgeha Amedê li gel her cure êşkenceyê jî têkoşiya. Heval Sara digot; ‘’Jiyan min tim şer bû’’ Ti caran neheqî qebûl nedikir. Ji bo rastiyan derxîne holê tim şer dikir. Heval Sara li pêş jiyaneke watedar ti caran astengî qebûl nedikir. Divê em berxwedana wan ji xwe re esas bigirin. Çava ku heval Sara, Leyla û Fîdan li dijî dijmin teslîm nebûn, kêlî bi kêlî tekoşiyan, em ê jî her dem li dijî dijmin têbikoşin û hîn xwirtir bikin. İro bi tekoşîn û sekna van hevalan bi hezaran jin bibandor dibin û tevlî vê meşa azadiyê dibin. Careke din em sonda azadiyê dubare dikin. Ji hemû têkoşeran re serkeftinê dixwazim."