Xelef: Jin xwe li her qadê bi rêxistin dike

Berdevka Civaka Jinan a Zenobiya Sewsen Xelef diyar kir ku jinan li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li her qadê xwe bi rêxistin kirin û destnîşan kir, ku jin wê sala 2023’an hîn bi hêztir bibin û têkoşîna xwe bidomînin.

Jinên li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê ew jinin ku herî zêde ji êrîş û dagirkeriya DAÎŞ’ê bi bandor bûne. Piştî ku ev qad ji DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin, xebatên destpêkê yên jinan li vê qadê kirin, avakirina saziyên jinan û bi hêzkirina rêxistinbûna jinan bû. Li gorî vê yekê, 1’ê Hezîrana 2021’ê Civaka Jinan a Zenobiya hate avakirin. Weke qadên xebatê yên destpêkê, jinan xwe li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê bi rêxistin kir û bi xebatên xwe yên salekî karîn xwe bigihînin gelek girseyên jinan. Berdevka Civaka Jinan a Zenobiya Sewsen Xelef têkildarî van vî karî de ji ANF’ê re axivî.

'CIVAKA JINAN A ZENOBIYA BÛ PÊKHATEYEK HEVPAR'

Berdevka Civaka Jinan a Zenobiya Sewsen Xelef destnîşan kir ku jinan di nava salekê de, li ser esasê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşketinên girîng bi dest xistin û got: "Piştî ku qadên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê ji DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin, jinan li vir xwe bi rêxistin kirin û dest bi avakirina saziyên xwe kirin. Piştî ku li her qadê saziyên jinan ên cuda cuda hatin avakirin, pêwîstî pê hat dîtin ku civakek a jinan bê avakirin. Civaka Jinan a Zenobiya li ser vê esasê hate avakirin. Li gorî vê yekê Civaka Jinan a Zenobiya bû pêkhateyek hevpar a saziyên jinên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê."

'SÎSTEMA CIVAKA JINAN A ZENOBIYA, LI SER ESASÊ KOMÎTEYAN HATIYE AVAKIRIN'

Xelef ragihand ku sîstema Civaka Jinan a Zenobiya li ser esasê komîteyan hatiye avakirin û wiha bilêv kir: "Yek ji van komîteyan, komîteya Sulhê ye. Li ser esasê çareserkirina pirsgirêkên jinên li herêmê, hatiye avakirin. Komîteya Perwerdeyê û Komîteya Arşîv û Çapemeniyê jî hene ku li ser esasê pêşwazîkirina pêwîstiyên jinan ên perwerdeyên girtî, semîner û civînan û bihêzkirina rêxistinbûna jinan hatine avakirin. Di heman demê de perwerdeyek hate destpêkirin ku bi komîteya tenduristiyê re hevpar xwe rêxistin dike û perwerdeya tenduristiyê dide jinên li herêmê. Komîteya ekonomiyê heye. Erkê vê komîteyê, hem jinan di aliyê ekonomîk de bi rêxistin bike û hem jî li ser esasê alîkariya ji bo jinên ku pirsgirêkên madî dijîn, kar dike."

'ME SALA 2022’AN GELEK ALÎKARÎ DAN JINAN'

Sewsen Xelef anî ziman ku sala 2022’an herî zêde projeyên xwepewerdekirin, xwebirêxistinkirin û di qada ekomomîk de ji bo jinan hatin çêkirin û wiha pêde çû: "Me sala borî jî bi projeyên xwe bi taybetî ji bo jin di aliyê ekonomîk xwe bi hêz bikin, me di aliyê madî de alîkarî da jinên xwedî pêwîstî, hevjînên şehîdan û jinên bi tena serê xwe zarokan xwedî dikin û me kar û xebatên xwe ji bo vê yekê meşand. Dîsa ji bo komîteya ekonomiyê jî me projeyên ji bo çandinî û lawirvaniyê, pêş xist. Bi van projeyan jî gelek jinan di aliyê ekonomiyê de projeyên xwe pêş xistin û dahatiyek bi bandor bi dest xistin.

Dîsa di nava sala borî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku jin dinava civakê dijîn, pêşîgirtina şîdeta li ser jinê û jinan ji bin zextê rizgar bikin, li herêman gelek beşên jinan hatin vekirin, rêveberiyên jinan hatin avakirin, bi vî awayî ji bo xwegihandina jinên şîdet û neheqî lê hatî kirin û bicihanîna ya pêwîst hat avakirin. Bi vî awayî ji bo xwegihandina jinên di hundirê malê de, hem rêxistinkirin û hem jî perwerdekirina van jinan, xebat hatin meşandin.”

'PIŞTÎ AVAKIRINA SAZIYÊN JINAN, JI BO CIVAKÊ JÎ BINGEHEK HAT AVAKIRIN'

Xekef da zanîn ku erkê wan ê esas xwegihandina jinên ku di nava malbatê de rû bi rûyê şîdeta mêr mane, ye û got: “Bi taybetî li van qadên ku ji DAÎŞ’ê hatin rizgakirin piştî avakirina saziyên jinan, ji bo civakê jî bingehek hat avakirin. Bi vî awayî karî xwe bigihîne her jinekê û bibe dengê jinên ku şîdet li ser hatî pêkanîn. Bi taybetî di nava civaka ku ji hişmendiya DAÎŞ’ê bandor bûyî û civaka hişmentiya mêr-serwer de, şîdeta li ser jinê hîn zêdetir bibû. Em dikarin bêjin ku piştî avakirina van saziyên jinan ên di nava civakê de, ev hişmendî û şîdet kêm bûn. Piştî avakirina Civaka Jinan a Zenobiyayê, fikrê netewa demokratîk bi hêztir bû û di nava civakê de cih girt û xebatên jin û mêr bi hev re bi rêve bibin di nav civakê de bi bandor bû. Lê sedemê esas ê avakirina vî fikrî û qebûlbûna wê ya di nava civakê de, bi bandora mezin a felsefe û têkoşîna jinê ya di çarçoveya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, çêbûye. Li ser vî esasî bingehek hat avakirin û heta roja îro jî xebatên me li ser vê yekê dewam dikin. Jinan li ser esasê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, li her qadê xwe bi rêxistin kirin.

Herî dawî di civîna nirxandina sala 2022’an, Civaka Jinan a Zenobiya nirxandina xebatên xwe û li ser vî esasî proje û plansaziyên ji bo sala 2023’an, daniye pêşiya xwe. Di nava van plansaziyan de herî girîng, weke civak sala 2023’an em hîn zêdetir xwe bigihînin jinan û têkoşîna jinê li ser esasê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bigihînin asta herî jor û hemû jinan bigirin nava xwe.”