BI DÎMEN

'Vîna YPJ'ê ji çekên DAIŞ'ê xurtir bû'

Şervana YPJ'ê Jînda Welat, ku di nava berxwedan Kobanê de cih girt: Vîna YPJ'ê ji wan çekên giran xurtir û mezintir bû. Bi saya vê vînê me xwe gihand rojên îro.

Şervana YPJ'ê Jînda Welat, li eniya başûrrojava ya Kobanê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da. Jînda Welat di salvegera 2. a serketina Kobanê de ji ANF'ê re axivî.

Şervana YPJ'ê Jînda Welat da xuyakirin, ku berxwedana bajarekî biçûk ê weke Kobanê li hemû qadên cîhanê belav bûye û got, "Di şexsê Kobanê de hêza jinên Kurd li gelemperiya cîhanê îspat bûye. Kobanê gerdûnî bû û bû ya her kesî. Ev yek ji bo Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê bandoreke mezin e."

Welat diyar kir, li dijî hebûna qirêj a çeteyên DAIŞ'ê bawerî û vîna mirovan xurt dibe û anî ziman, beriya niha bi 2 salan wan li dijî sîstemeke gemarî ya hezaran salan, ku li ser mirovahiyê bûye bela, şer kirin.

Jînda Welat a ji Kobanê, demeke kurt beriya êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê, tevlî nava refên YPJ'ê bû. Tevî ku şervaneke hê nû bû, bêtirs cihê xwe li nava refên pêş girt û di dema êrîşên DAIŞ'ê yên dagirkeriyê de, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir.

'VÎNA YPJ'Ê JI ÇEKÊN HERÎ GIRAN ÊN ÇETEYÊN DAIŞ'Ê XURTIR BÛ'

Welat got, "Ji bo azadkirina Kobanê diviyabû me êrîşên çeteyan bişikanda" û wiha dewam kir: "Di destpêkê de, em bi derfetên gelekî kêm li ber êrîşan rabûn. Mînak; çek û alavên din ên leşkerî gelekî kêm bûn. Di destê çeteyan de gelek çekên cuda, xurt û giran hebûn. Çeteyan bi çekên giran û xurt êrîşî YPG û YPJ'ê dikirin.

Lê belê vîna YPJ'ê ji wan çekên giran û xurt, xurtir û mezintir bû. Bi saya vê vînê me xwe gihand roja îro."

Welat anî ziman, êrîşa herî dijwar a çeteyan, êrîşa ji deriyê sînor ê Murşîtpinarê bû, ku di 29'ê Mijdarê de hat kirin û anî ziman, çeteyan xwestin deriyê sînor kontrol bikin, lê bi vîna şervanên YPG/YPJ'ê firsenda vê yekê nehat dayîn.

Welat destnîşan kir, ku hemû şervanên YPG/YPJ ên wê demê bi moraleke bilind û ruhekî fedakar li dijî çeteyan berxwedaneke bi heybet dimeşand.

'EM TESLÎM NEBÛN! HÊ BI HÊRS BÛN Û ME BERXWEDAN GEŞ KIR'

Welat da xuyakirin, ku ji bo trajediya Şengalê dubare nebe, şervanên YPG/YPJ bi hemû hêv, vîn û israra xwe bi ser ketin û got, "Çeteyên DAIŞ'ê li dijî şervanên YPJ'ê şerekî giran ê psîkolojîk meşand. Tevî serjêkirinê, çeteyan bi gelek pêkanînên xwe dixwest moral û vîna şervanên YPJ'ê yên li eniya şer bişikînin. Lê belê weke şervanên YPJ'ê li pêşberî vê yekê em teslîm nebûn, me morala xwe xera nekir. Em bi hêrs bûn û me berxwedana xwe geş kir."

Şervana YPJ'ê Jînda Welat şervanên nemir ên vê berxwedana dîrokî Arîn, Ozgur, Gulan, Viyan, Hebûn, Zozan, Stêrk, Êvar, Nûjiyan, Zehra û hemû hevrêyên wan bibîr anî û diyar kir, di şexsê Kobanê de jinên Kurd xwe li gelemperiya cîhanê îspat kirine û vê berxwedana wan li gelemperiya cîhanê bûye mînak.

'YPJ'Ê BI FELSEFEYA RÊBERTÎ LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê ŞER KIR'

Welat da zanîn, di bingeha berxwedana YPJ'ê ya Kobanê de îdeolojî û felsefeya berxwedanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû û ragihand, di pêvajoyên bi vî rengî yên zehmet de, mirovan ji aliyê şerê îradeyî ve xurt dike.

Welat da xuyakirin, di şerê Kobanê de dema ew bi ser dijmin ve diçûn, bi bawerî û vîn, bi îdeolojîk û ruhekî fedayî ew bi ser ve diçûn û destnîşan kir, li dijî hebûna qirêj a çeteyan vîn û baweriya wan kêlî bi kêlî xurt dibû.

Jînda Welat diyar kir, ya ku wan li dij şer dikir, ne şexsek bû, ne komeke çete bû; wan li dijî zîhniyeta hezaran salî şer dikir.

'EM DEYNDARÊ FEDAYÎTIYA CIWANÊN BAKUR, FEDAKARIYA GELÊ BAKUR IN'

Welat bal kişand ser piştgirî û desteka gelê Bakurê Kurdistanê di dema berxwedana Kobanê de û got, "Weke YPJ em deyndarê gelê Bakurê Kurdistanê ne. Ciwanên Bakur bersiv dan bangê, tevlî berxwedana efsanewî bûn û vê yekê di serketina Kobanê de roleke girîng lîst.

Ciwanên Bakur li refên herî pêş cih girtin. Hem di berxwedanê de, hem jî li ser sînor şehîd bûn. Gelê me yê Bakur, desteka xwe ya madî û manewî ji bo Kobanê seferber kir. Gelê me yê Bakur, di asteke bilind de alîkarî da şêniyên Kobanê yên derbasî Bakur bûn.

'ŞEHÎDÊN ME RÊ LI BER SERKETINA ŞERÊ KOBANÊ VEKIRIN'

Welat hemû şervanên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha dewam kir: "Ev destketî di encama berxwedaneke mezin de bi dest ketin. Di heman demê de nîşan didin bê Şoreşa Rojava bi rêbazeke çawa ya fedayî hatiye bi ser xistin. Berxwedana Kobanê ya efsanewî û ruhê hatiye afirandin, derxistiye holê."

Jînda Welat da xuyakirin, di rojan de ku Serokkomarê Tirk Erdogan digot 'li ber ketinê ye', hêzên YPG/YPJ, tevî mirovên ji gel û baweriyên cuda bi xurtî li ber xwe dan û serketina Kobanê afirandin.

'VÎNA JINÊN AZAD WÊ TI CARÎ TESLÎM NEBE'

Şervana YPJ'ê Jînda Welat bibîr xist, ku şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan li dijî barbariya çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke fedayî pêk anîn û bi dehan çete kuşt. Welat destnîşan kir, Arîn Mîrkan bi rêya vê çalakiyê mesajeke gelekî zelal û vekirî da çeteyan.

Welat da xuyakirin, ku Arîn Mîrkan ev mesaj daye çeteyên DAIŞ'ê û hêzên piştgiriya wan dikin: "Jinên ku hûn wan dikujin û fermana firotina li bazaran derxistine, niha li çeperên berxwedanê li dijî we şer dikin. Û vîna jinan a azad wê ti carî neşikê. Hûn ê ti carî nikaribin vîna jinên azad teslÎm bigirin."

Welat da xuyakirin, ku Arîn Mîrkan bi vê çalakî û sekna xwe di nava jinên cîhanê de deng veda û nîşanî tevahiya cîhanê da ku jinên Kurd ti carî koledariyê qebûl nake, li ku dibe bila bibe wê daxwaza azadiyê bigihînin cîhanê.

'JINAN ZINCÎRA KOLEDARIYÊ LI KOBANÊ QETAND'

Welat anî ziman, berxwedan di roja îro de li qadeke firehtir tê meşandin û destnîşan kir, ku jinan xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirandin û bi pêşengiya xwe rengê xwe dane civakê.

Şervana YPJ'ê Jînda Welat diya rkir, bi berxwedana efsanewî ya Kobanê re ji tevahiya cîhanê re îspat bûye ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û jinan hemû zincîr qetandiye.

Welat herî dawî got, ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bikin.