Tûncel: Niha em berpirsin ji rêxistinkirina jiyanê

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sabahat Tûncel a ku di konferansa ‘Jin Rêveberiya Herêmî Nîqaş dikin’ de axivî wiha got: “Niha em berpirsin ji rêxistinkirina jiyanê.”

Konferansa Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li "Jin Rêveberiya Herêmî Niqaş dikin" li Otela Elît World berdewam dike. Endama Meclîsa HDP'ê Ayşe Berktay rapora ku ji daneyên GABB'ê kom kiribû xwend. Berktay, xebatên Şaredariyên DBP'ê parve kir û wiha got: "Tirkiye bi tayînkirina qeyûman şertê xweseriya Rêveberiya Herêmî ya Yekitiya Ewropaye binpê kiriye. Li gorî xala 4'an a benda 4'an erka ku ji rêveberiya herêmî re hatiye dayîn tam û munhasir e. Li gorî zagonî navend nikare mudaxaleyî vê erkê bike. Navend nikare tev li karê rêveberiya herêmi bibe. Ji ber vê yekê qeyûm li dijî peymana YE'ê ye.

Berktay, anî ziman ku Qeyûmê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Êlihê rakir û xebatên şaredariyê yên 12 salan tev binpê kirine û Navenda Jinê ya Selisê û Kargeriya Jinê ya Hevî girtiye. Berktay, da zanîn ku miduriyetên jinê yên Şaredariyên Sur, Erdîş Artemêt, Rêya Armûşê, Qelqelî, Cizîr, Sîlopya, Şemrex, Dêrik, û Pirsûsê hatin girtin.

Li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîtîkayên Jinê hat girtin û serlêdanên jinan ên Navenda Piştevaniya Jinê ya Sitiya Zînê desteser kirin. Li Şemrex, Derîk, Kerboran, Farqinê Navendên Jinê hatin girtin. Li şaredariyên din xebatên jinê hatin rawestandin. Disa xebatên jinan hatin fesihkirin. Cihê jinan ên kar hatin guhertin. Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat binçavkirin. 20 roj şunde serbest hat berdan. Navendên zarokan û dibistanên zimanê zikmakî yên zarokan hatin girtin. Hemû saziyên ku jinan bi salan kedek mezin da û bi kedek mezin ava kirin yek bi yek hatin girtin û desteserkirin. Ji 26 şaredariyên qeyûm hatin tayînkirin jê 15 hevşaredar jin in.

Piştî rapor hat xwendin, ji bo dîwanê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel û Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder hatin hilbijartin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak encama Konferansa Kolombiya û encama konferansa Habitatê parve kir. Kişanak, piştre behsa xebatên şaredariya Bajare Mezin a Amedê kir. Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel jî behsa xebatên şaredariyê kir û anî ziman ku 10 salin Kargeriya Hêvî Umut ava kirin.

BI HATINA ME RE ŞAREDARIYÊN JIN DERKETIN PÊŞ

Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder jî destnîşan kir ku AKP li Îdirê polîtîkayên taybet dimeşîne û Şaredariya Êdirê di polîtîkayên jinê de encamên erênî bi dest xistine. Onder, da zanîn ku bi hatina wan re êdî rengê jinê û şaredariya jinê pêş ket û wiha got: "Piştî pergala hevşaredariyê di hişmendiya mêr de jî guhertin pêş ket.

TI TIŞT WEKE GOTINA WE NABE

Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel jî diyar kir ku qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin êrîşa wan a herî mezin li dijî vîn û xebatên jinê bûn û wiha got: "Hedefa AKP'ê ya sereke pergala Hevserokatiyê bû. Lê nekariûbû bi ser bikeve. Bi qeyûmê zilamên bi gobek û bi simbêl tayîn kirin. Dîmenen jinê ji holê rakini. Her tişt xistin înîsiyatifa Waliyan. Niha hewl didin ku qeyûmê tayînî hevşaredariyên me yên mezin bikin. Tayînkirina qeyûmê ne tenê pirsgirêka jinên kurd û DBP'ê ne. Pirsgireka hemû jinên cîhanê ye. Bi şer û polîtîkayên şer dixwazin azadiya jinê ji destê wê derxin. Divê tevgera jinên Tirkiye vê yekê bibîne. Ne AKP û ne jî ti hêz vîna me têk bibe. Ti tişt wê wekî gotina wan û daxwaza wan pêş nekeve. Wê her tişt wekî gotina jinê be. Niha dem dema rêxistinbûn û avakirina jiyan nû ye."

Konferans bi axaftinan didome.