TJKN-Rûsya plansaziya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kir

Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî li Rûsyayê (TJKN-Rûsya), plansaziya xwe ya ji bo çalakiyên 8'ê Adarê eşkere kir.

Pêkhateyên Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî li Rûsyayê (TJKN-Rûsya), bernameya xwe ya li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hewl tê dayîn, têkoşîna jiyana azad a li Kurdistanê bi pêşengiya jinê tê meşandin, bi şerekî qirkirinê bê fetisandin."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku weke TJKN wan pêvajoya navbera 15'ê Sibatê rola dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan, weke pêvajoya çalakiyan a di asta pêngavê de îlan kiribûn û hat gotin, "Em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî di vê çarçoveyê de dinirxînin. Hemû çalakiyên me yên bi wesîlrya 8'ê Adarê bên lidarxistin, wê ji bo azadiya Rêber Apo bin."

Li gorî daxuyaniyê, plansaziya 8'ê Adarê ya li Rûsyayê bi vî rengî ye:

5'ê Adarê, wê li paytext Moskowayê bi rengekî girseyî daxuyaniyek bê dayîn.

8'ê Adarê, wê li Tambovê daxuyanî bê dayîn û pîrozbahî were lidarxistin.

8'ê Adarê, wê li Saratovê daxuyanî were dayîn û pîrozbahî bê lidarxistin.

Ji 1'ê Adarê û pê ve wê li Komara Xweser a Adigeyê civîn bên lidarxistin, daxuyanî bên dayîn û di 8'ê Adarê de jî pîrozbahî were lidarxistin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên Kurd û dostên gelê Kurd hat kirin ku bi wesîleya 8'ê Adarê tevlî çalakî û xwepêşandanan bibin.