TJK-E: Komploya navneteweyî ji aliyê gelê Kurd û Rêbertî ve hat pûçkirin

TJK-E komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku di 11'ê Sibatê de li Strasboûrgê bin û beşdarî meş û mîtînga protestoyî bibin.

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji ber 18. salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TJK-E da xuyakirin, ku hêzên komploker ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî xwestin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmha bikin, tevgera azadiyê tesfiye bikin û gelê Kurd careke din mehkûmî tarîtiyê bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi têkoşîna bi heybet a Rêberê me ya li Îmraliyê de komploya tarî hat pûçkirin û bi vî rengî li cihê ku tinebûn hat ferzkirin, hebûn û li cihê ku koledarî hat ferzkirin jî azadî şîn bû.

Keç û xortên leheng ên gelê me, li dijî komployê bûn xelekek ji agir. Gelê Kurd û dostên wan lenet li vê komployê anîn û 18 salan bê navber têkoşiyan. Di her roj û her kêliya 18 salan de berxwedan, têkoşîn û azadî bi ser ketin. Yên winda kirin jî hêzên komploker bûn."

Koordînasyona TJK-E destnîşan kir, ku bi pêngava xweseriya demokratîk re wê ti tişt êdî mîna berê nebe û wiha dewam kir: "Bi pêşengiya Rêber Apo re gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi têkoşîna xwe re hebûna we îspat kirin û têkçûna konsepta înkar û tinekirinê ya 100 salî, gelek caran nîşan dan. Gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kir ku siyaeta demokratîk bi ser bikeve û bi hiblijartiyên xwe re bi xurtî vîna xwe nîşan da.

'GELÊ ME NÎŞAN DA KU ÊDÎ TI TIŞT MÎNA BERÊ NABE'

Gelê me, bi pêngava xweseriya demokratîk re ev yek derxist qonaxeke nû û nîşan da ku ti tişt wê mîna berê nebe. Şoreşa Rojava jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye çavkaniyeke nû ya hêviyê.

Bi bicihhatina şoreşa jinê re, ku mezintirîn projeya Rêber Apo ye, tiştên berê hatibûn ji ber kirin êdî ji holê rabûn, nêrîneke nû ji bo pirsgirêkan derket holê û rêbazên nû yên têkoşînê afirîn. Gelê Kurd ji her demê bêhtir li hev civiya, li çar parçeyên Kurdistanê, jin, ciwan, extiyar, zarok di binê sîwanekê de bûn yek. Ji bo yekîtiya neteweyî, rewşa herî erênî û guncaw afirî.

Bi komploya navneteweyî re hewl hat dayîn ev rastiya şoreşê ya 40 salan ji holê bê rakirin. Lê têkoşîna Rêber Apo, şoreş di nava şoreşê de pêk aniye. Rastiyek derxistiye holê, ku ne tenê gelê Kurd, çarenûsa hemû jinan, gelan, bawermendan û xwezayê guherandiye."

'DI ROJA 11'Ê SIBATÊ DE EM LI STRASBOÛRGÊ BIN'

Koordînasyona TJK-E diyar kir, hikûmeta AKP'ê ji bo komployê bigihîne asteke nû, ji gelek aliyan ve dest bi êrîşê kiriye û xwestiye bi ser bikeve. Koordînasyonê got, "Ji aliyekî ve tecrîda li ser Rêber Apo şidand, li aliyê din jî bi polîtîkaya şerê topyekûn re êrîşî gel, siyaset û gerîlayên Kurdistanê kir. Li dijî êrîşên AKP'ê ku dixwaze bi rêbazên şer û tinekirinê bi ser bikeve, gelê me li ber xwe da û têkoşîn mezin kir. Gel û jinên Kurd ên bi hişmendiya azadiyê têkoşîn geş kirin, ew vîn û hêz nîşan dan, ku sîstema Îmraliyê bi temamî ji holê rakin.

AKP ji bo emrê xwe dirêj bike, faşîzma xwe giran dike. Lê ev vîn û hêza gelê me radixe pêş çavan ku AKP jî wê bi derbeke mezin têk biçe.

Em jin hene û li her derê ne. Em bi biryar in ku têkoşîna xwe bi şiyara 'Xwebûna me, Serokê me ye! Bê Serok jiyan nabe' têkoşîna xwe geş bikin û bi ser bixînin.

Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, em bang li jin û ciwanên Kurd, li tevahiya gelê xwe û mirovên baweriya xwe bi demokrasî û biratiya gelan anîne dikin, ku li dora azadiya Rêber Apo li hev bicivin û têkoşînê mezin bikin. Ji bo vê jî em bang dikin ku di 11'ê Sibatê roja Şemiyê de beşdarî meş û mîtînga li Strasboûrgê bibin."