TJK-E: Ji bo darezandina dîktatoriyê sedemek din

TJK-E ya têkildarî qetilkirina 7 kesên ji heman malbatê ya li Meram a Konyayê daxuyaniyek da got: “Li hemberî van ‘êrîşên nîjatperes’, ‘îzahat’ û manîpulasyonan nikare hêrsa me jinên Kurd kêm bike.”

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJKE) a têkildarî êrîşa nîjatperest a li Maram a Konyayê daxuyaniyek nivîskî da got: “Îtifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst ku hember Kurdên ku serê xwe li ber êrîşên qirkirinê natewîne, bi tetîkkêşên xwe yên ketin tevgerê li Meram a Konyayê îmzeya xwe danî binê qetlîamek din. Tetîkkêşên mîna DAÎŞ’ê 7 Kurd qetil kirin, di êrîşa 12’ê Gulanê de bi hinceta ‘nebûna delîlên pêwîst’ ji bo qetlîama xwe ya nîvço mayî temam bikin hatin berdan.”

TJK-E diyar kir ku êrîşên demê dawî yên li Sakarya, Afyon, Enqere û Konyayê hatin kirin, ne ji aliyê komên nîjatperest ve tên kirin, heman demê ji aliyê rejîma Tirk ve ku bi armanca çokê li ber Kurdan danin erdê tê kirin û got: “Em van êrîşkanaran ji Qetlîama Ermenî ya 1915’an, ji bernameya 6-7’ê Îlonê, Cizîr, Sûr, Pirsûsê dinasin. AKP a tirsa wê ya desthilatê heye, 17’ê Hezîranê li avahiya HDP’ê ya Îzmrîê Denîz Poyraz û 21’ê Tîrmehê jî li Konyayê Hakan Dal qetil kir.Herî dawî desthilata li bajarên Tirkan li dijî Kurdan şer dane destpêkirin, bi destê tetîkkêşên xwe li navçeya Meram a Konyayê ji heman malbatê jin jî di nav de 7 kes qetil kirin. Mala wan jî dane ber agir.

Ya hate kirin, çok li ber Kurdan danîna erdê û serî tewandine. Li hemberî van ‘êrîşên nîjatperes’, ‘îzahat’ û manîpulasyonan nikare hêrsa me jinên Kurd kêm bike. Em bi hêrs in, efû nakin, hesab jê bixwazin. Em di wê zanabûnê de ne ku ev êrîşa desthilatê ji tirs û zeîfiya wê ye. Em jinên Kurd em ê roj bi roj hesabê jinên Kurd ji van bixwazin.

Bang li hemû jinan dikin ku ji bo ji rejma qirker a Tirk hesabê bixwazin dakevin qatan.”