TJK-E: Em bi xurtî tevlî meşa 30'ê Tîrmehê ya Meclîsa Jinên Êzidî bibin

TJK-E der bar fermana 73'an a Qirkirina Şengalê de daxuyaniyek weşand û ji bo meşa 30'ê Tîrmehê ya li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) de hat bibîr xistin, ku di ser Qirkirina Şengalê ya bi destê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê hat kirin re 2 sal derbas bûne û hat gotin, "Hedefgirtina gelê Kurd ku gelê herî qedîm ê Mezopotamyayê ye, bi taybetî hedefgirtina civaka Êzidî li Şengalê, ji aliyê dîrokî ve gelekî manîdar e."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Kurdên Êzidî komkujiyên li wan hatine kirin weke 'fermanê' pênase dikin û hat gotin, "Ji ber ku ev êrîş hemû, ji aliyê desthilatdariyên navendî ve bi zanebûn û bi plan hatine kirin."

TJK-E da zanîn, ku fermana 73'an bi êrîşa DAIŞ'ê ya 3'e Tebaxa 2014'an a li hemberî Şengalê re destpê kir û di vê fermanê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran berê xwe dan koçberiyê.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê bibîr xist, ku jinên Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin, revandin û li bazaran hatine firotin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tevî vê yekê, gelek jin ji bo nekevin nava lepên çeteyên DAIŞ'ê dawî li jiyana xwe û ya zarokên xwe anîn. Di ser komkujiya Şengalê re 2 sal derbas bûn, lê hê jî jin di destê DAIŞ'ê de ne. Tevî ku beşek ji wan hatin rizgarkirin jî, beşek jê nayê zanîn bê niha li kîjan bazarê ji kê re tên firotin. Ji bo me jinên rêxistinbûyî, ev rewş sedema mezintkirina têkoşînê ye. Weke TJK-E em ê kampanya û xebatên xwe yên piştî rûdana vê komkujiyê dan destpêkirin, ji niha û pê ve jî bidomînin.

Ferman, qirkirin, qirkirina jinê, revandin, koçberî û ev travmaya giran, weke şermekê cihê xwe di dîroka mirovahiyê de girtiye. Yê ku di dema komkujiyê de dev ji gelê Kurd berda û reviya, bi vî rengî gel radestî DAIŞ'ê kir, PDK bû. Li hemberî vê rastiya PDK'ê, li aliyê din hêzên YPG/YPJ û HPG/YJA Starê weke parêzvanên gel daketin qada têkoşînê. Em di salvegera vê qirkirinê de, kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin."

TJK-E destnîşan kir, ku piştî fermanê ragihandina xweseriya demokratîk li Şengalê, bersiva herî mezin a li komkujiyê bû û got, "Bersiva herî mezin a gelekî rêxistinbûyî ye li hemberî zîhniyeta komkujiyê. Birêxistinkirina hêzên xweparastinê yên li Şengalê ava bûn û hê jî li dijî DAIŞ'ê têdikoşin, weke bersiva li hemberî polîtîkayên qetilkirina Kurdan, bi rola dîrokî li ber xwe didin.

Bi wesîleya salvegera komkujiya Şengalê, em li bendê ne ku hemû meclîsên herêman, komun û însiyatîf roja 3'ê Tebaxê bi xwepêşandanan protesto bikin û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Êzidî wê li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê meş û mîtîngek werin lidarxistin. Pêwîste hemû meclîs, komun û însiyatîfên li Elmanyayê bi xurtî tevlî vê çalakiyê bibin û li hemberî qirkirina jinê ya di şexsê jinên Êzidî de tê kirin, nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan bidin."