TJK-E: Divê bi lezgîn xwedî li girtiyan derkeve!

TJK-E, banga bilindkirian piştgiriyê ji bo çalakiya girtiyên ku ev 52 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne kir û girtî silav kirin.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E), têkildarî greva birçîbûnê îro daxuyaniyek da û diyar kir ku greva birçîbûnê ya ku beriya 52 rojan ketine grevê gihiştiye asta kirîtîk, daxwaz kir ku hemû hevpar bi çalkiyên xwe xwedî lê derkevin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di kesayeta girtiyan de dixwazin vîna gel teslîm bigirin; her kesê ku xwedî li nasname, çand, gel û azadiya xwe derketibe hatine girtin û dixwazin vîna wan bişkînin. Li dijî vê di serî de gelê Kurd li dijî xespkirina maf û azadiyê têkoşînekî birûmet a mezin tê kirin.”

‘PEYAM DIDIN GELÊ ME’

Di dewam daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Ji tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û îzalasyona kûr bişkîne, ji bo xwedî li azadî û mafê gelê Kurd derkevin û li dijî qirkiririna li ser Kurdistanê tê birêvebirin bi vînekî qaîm, yekane çeka girtiyan bedena wan e, bi bedena xwe pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin.

Girtiyên siyasî yên ku gotin; ‘Soz rûmet e, em rûmeta xwe li bin lingan naxin’ bi zanabûna soz jiyan e, soz tê wateya jiyan û hêviya gelan, ev 52 roj in bi vînekî mezin bi şer li ber xwe didin. Jiyana gelê me ya herî baş, bi seknekî rûmetê pêk were peyam dide.

‘DIVÊ BI LEZGÎN BIKEVIN TEVGERÊ’

Ji ber vê sedemê li ser vê rêya ku hevpar dimeşîn, ji bo hesreta jiyana birûmet a ku em dikişînin, bi sekna vînekî hevpar, dem dema ku xwedî li siberojê derketinê ye. weke zarokên siberojekî ewqas ji jiyanê hes dikin ku di oxira wê de canê xwe bikin qûrban, qêrîna berxwedanê bi vînekî mezin û bi zanistîbûna azadiyê ya li girtîgehan bilind bûne xwedî derkevin.

Li dijî grevên birçîbûnê di serî de li Şakran û Tekîrdag û girtîgehê din, meclîsên jinan, komîn û hevparên TJK-E’yê divê bi lezgîn bikevin nava tevgerê.”