TJK-E dest bi kampanya 'name ji bo Merkel' kir

TJK-E dest bi kampanya şandina nameyan ji bo Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel re bê şandin dest bi kampanya îmzeyan kir. Jinên li bajarê Elmanya Bonnê dijîn eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê dan. Heta niha li Bonnê zêdeyî sed jin tevlî kampanyayê bûne.

Meclîsa Jinê ya Sara der barê kampanyayê de daxuyaniyek weşand û got, "Di polîtîkayên qirkirinê yên Erdogan li hemberî gelê Kurd dimeşîne de para dewletên Ewropa û rojavayî jî heye. Erdogan vê cesaretê ji wan digire. Eger wan erê nekiribûna, dewleta Tirk ti carî nikarîbû di vê astê de sûcê li dijî mirovahiyê bike. Yek ji van mûxataban Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel e. Lewma em destekê didin kampanyayê."

GELÊ KURD TÊ QIRKIRIN

Di nameya ji bo ji Merkel re bê şandin hatiye amadekirin de, hat ragihandin ku Erdogan û hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd dest bi pêvajoya qirkirin û şerekî bi xwîn kirine, di serî de jin û zarok bi sedan sivîl qetil kirine, bajarên mîna Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û navçeya navendî ya Amedê Sûrê bi panzer, helîkopter û yekîneyên şer ên taybet dorpêç kirine.

Hat destnîşankirin, ku bi van êrîşên ji bo komkujî û bêmirovhiştinê tên kirin re, bersiv ji pêdiviyên herî zarûrî yên mirovan re jî nayê dayîn û di encama vê de jiyana ciavkî û xwezayî jî hatiye qetilkirin.

Di nameyê de hat ragihandin, ku di vî şerê wehşî yê li Kurdistanê de tê xwestin bajar bên valakirin, bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bimînin û ji vî şerê şîdeta sîstema bi serdestiya mêr di asta herî bilind de ye de, mexdûrê herî zêde jin e. Jinan di nameyê de diyar kirin, jin rastî her şêwe şîdet, destdirêjî û destavêtinê tên, cesedên jinên hatine qetilkirin bi hefteyan li naverastê tên hiştin û destûr nayê dayîn cenazeyên sivîlan bên veşartin.

Jinan, ragirtina cenazeyê Cemîle ya 11 salî li sarincê bibîr xistin û gotin, "Sedema dijwarbûna êrîşên rejîma AKP'ê yên bi hevkariya DAIŞ'ê re li hemberî gelê Kurd tê kirin ew e; Tevgera AzadiYê ya Kurd bi rengê jinê bi pêş de diçe, li hemberî sîstema bi serdestiya mêr, alternatîfa jiyana azad pêşkêş dike.

Hikûmeta AKP'ê pêvajoya aştiyê ya ji aliyê nûnerê gelê Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin re xera kir û şerekî bi xwîn û wehşî da destpêkirin. Bersiva gelê Kurd a li vê yekê, xweseriya demokratîk û xwerêveberî ye, ku di nava vê rêxistinbûyîna xwedî perspektîf ekolojîk û azadiya jinê de gel hemû bi nasnameya xwe dikarin bi awayekî azad bijîn û xwe bi rê ve bibin. Ev sîstema ku li Rojava ketiye meriyetê, niha li Bakurê Kurdistanê jî alternatîfek e. Lê belê hikûmeta Tirk bi bombeyan re dixwaze vê daxwazê têk bibe."

'WEKE JINEKÊ JI BO SEKINANDINA KOMKUJIYAN BIKEVIN DEWRÊ'

Dewama nameyê bi vî rengî ye: "Birêz Serokwezîr, ji ber ku hûn Serokwezîreke jin in, em banga lezgîn li we dikin!

Ji bo rawestandina vê rêvebûna tirsnak, ji bo sekinandina komkujiyan bi taybetî qetilkirina jinan ji aliyê dewleta Tirk ve, ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafên mirovan em bang li we dikin ku bi lezgînî bi berpirsyariya xwe rabin.

Ev rastiyek e; Erdogan bi 3 mîlyar Euroyên we dane wî, ji bo van pêkanînên xwe yên li Tirkiyeyê weke çekek vekirî û erêkirinê dibîne.

Em ji we dixwazin, li hemberî pêkanînên qirkirinê yên Erdogan li dijî gelê Kurd dike bes bêdeng bimîne û zextê li Tirkiyeyê bikin ku derhal dawî li qirkirina Kurdan bîne.

Vê dorpêçiya li ser gelê Kurd derhal bidin rakirin!

Bi îmzeya xwe re ez tevlî vê nêrînê dibim."

...