TJA'yê Ûveyş Ocalan bi bîr anî

TJA'yê, dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan, di salvegera 24'an a koça dawî de bi bîr anî.

Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera 24’an a dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, têkildarî salvegera koçkirina 24’an a Ûveyş Ocalan de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin Ûveyş Ocalan di avakirina îdeolojiya rizgariya jinan a Abdullah Ocalan de bûye kana bestê, helwesta xwe ya li dijî neheqiyê û têkoşînê ji hemû jinan re mîrat hiştiye û hate gotin, "Em hemû dayikên ku jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û minet bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em diyar dikin ku em tevgera azadiyê ya jinan em ê mîrata ku dayika Ûveyş ji me re hiştiye bi têkoşînê layiqî wê bin. Ev 40 sal in dayikên me  berdêlê şerê giran ê 40 salî yên Kurdistanê bi zarên xwe hildigirin, tekana armanca wan jî ew e ku dawî li komkujiyên li Kurdistanê were û hêstirên çavan raweste. Dayikên me lig undan, bajaran, tax, kuçe, zindanan û li hemû deverên ku berxwedan lê heye bûne sembola helwesta birûmet û berxwedanê ya gelê Kurd. Hikûmeta AKP’ê ku bi rojan cenazeyê dayika Taybet li kuçeyên Silopya da sekinandin, îro jî dayika Sîsê ya 78 salî girt. Hişmendiya dewletê ya zilamserweriyê ku di serî de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û Roboskî ji têkoşîna rûmetdar a dayikên me ditirsin, bi binçavkirin, girtin, êrîşa fizîkî û zayendî dixwazin dayikên me têk bişikînin.

Her êrîşa bi ser dayikên Kurd re tê maneya êrîşan bi ser hemû jinan û gelê me de. Divê ev baş were zanîn; li dijî her cure êrîşên êrîşên di şexsê dayikan de êrîşa bi ser hemû jinan de em ê têkoşîna xwe bidomînin û em ê baweriya xwe ya bi azadiyê bidomînin. Bila sonda me li dayika Ûveyş be, di serî Birêz Ocalan heta ku hemû hevrêyên me yên girtî azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin."