TJA: Divê hesab ji Erîm Ûgûrlû yê ku banga destdirêjiyê kir, were xwestin!

TJA, bertek nîşanê banga Serokê Federasyona Tirkên Hollandayê Erîm Ûgûrlû yê ku banga destdirêjiyê li jinên Kurd kiribû nîşanda û got: “Hesab pirsîna wê bila deynê stûyê me be.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), di derbarê banga Serokê Federasyona Tirkên Hollandayê Erîm Ûgûrlû yê ku li hemberê Jinên girtî yê Kurd, banga destdirêjiyê kiribû, daxuyaniyekî nivîskî weşand.

Daxuyaniya TJA yê wihaye:

“DAÎŞ wexta êrîşê Rojava û Şengalê kir bi fetva ‘Jinên Kurd ji bo wan helale’ derxistibû. Me dehan caran anî ziman hişmendiya DAÎŞ’ê îro li Tirkiyeyê desthilatdar e. Bîrdoziya netewperestî bi bikaranîna olê ve hişmendiyekî qirêj û çewt a hişmendiya DAÎŞ ê mînaka wê ye, di banga Serokê Federasyona Tirkê Hollandayê Erîm Ûgûrlû de derketiye holê. Em ji ew kesên ku talan, xesp, destdirêjî û bi qetlîama ve asta xwe ya ketî diyardikin re dibêjin; hûn bêexlaqin! Çavê we ji derveyî xeynî û bêexlaqiyê tiştek din nabîne, hûn mirovên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine, mirovên rizî û mejî gemar in. Em ê hesabê êrîşê we yên li ser jina Kurd bipirsin. Banga me ji hikûmeta Hollandayê; dêvê demil dest di derbarê Erîm Ûgûrlû de pêkhatihê qanûnî bide destpê kirin û were darizandin.

Em banga hemû jinan dikin ku li dijî êrîşên li ser jinê serî rakin, bi berxwedan û rêxistinbûyînê ve bibin bersiv. Em ev kesên xwediyê vê hişmendiyê re dibêjîn, hûnê wenda bikin!”