TJA: Bi têkoşîna jinê em tecrîdê bişikînin!

TJA'yê bal kişand ser tecrîda giran û cezayê qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Em bi têkoşîna jinê tecrîdê bişikînin."

Tevgera Jinê ya Azad (TJA) têkildarî cezayê qedexeya hevdîtinê ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya civakê bi taybetî jî li Kurdan dike û hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê vê helwesta kêfî weke amûrek êşkenceyê ya bi rêk û pêk li ser Birêz Ocalan bi kar tîne. Lewma tecrîdê giran dike û di şexsê Birêz Ocalan de dixwaze têkoşîna azadiyê ya jinê û hevrêtiya jinê ya dîrokî bifetisîne."

TJA'yê ragihand ku bi tecrîdê re bêhiqûqî giran bûye û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku serdana Îmraliyê bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Bi dewamî hate gotin, "Têkoşîna li dijî tecrîdê berxwedana li dijî faşîzmê ye. Li dijî yên ku dixwazin têkoşîna azadiyê ya jinê bifetisînin û xeta rizgariya jinê têk bibin, rêya têkoşînê şikandina tecrîdê ye. Tecrîd wê têk biçe, jin wê bi ser bikeve. Têkoşîna azadiyê ya jinan wê bi ser bikeve."