Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger dest bi pêvajoyeke nû ya çalakiyan kir

Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger got, "Heta ku pêşî li hemû pêkanînên faşîst, mêtînger û nêrza bigirin, em dest bi pêvajoyeke nû ya çalakiyan dikin. Ev pevajo wê di salvegera komploya navneteweyî de derkeve asta herî bilind."

Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, wan ji bo hemû jinên ciwan ên Kurdistanê dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşînê kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, berxwedêrî, têkoşerî û sekna serî li ber teslîmiyetê ya natewîne ya tevgera azadiyê ya jinên Kurdistanê, di nava tevgera jinên ciwan a şoreşger de şênber bûye û hat gotin, "Zîhniyeta faşîst, mêtînger û nêrza, ji bo têkbirina vê têkoşînê çi ji dest hat, kir. Bi mejiyê 'di destpêkê de li jinan bidin' dest bi qirkirineke mezin a jinan kir.

Di 9'ê Çileya 2013'an de, di şexsê hevrê Sara, Rojbîn, Ronahî de êrîş li tevgera me ya azadiya jinê hat kirin û hewl hat dayîn, têkoşîna me bê tinekirin. Jinên Kurd bi berxwedaneke mezin bersiv da vê hewldana tepisandinê, li Cizîr, Sûr, Silopiya, Gever, Nisêbînê li dijî desthilatdariya mêr berê xwe dan ber bendan û bi vî rengî bûn nîşaneya lehengiyê. Jinên berxwedêr ên ciwan, di şexsê hevrê Fatma, Pakîze û Sêvê de careke din bûn hedef. Ji ber ku xeteriya herî mezin ji bo sîstema serdestiya mêr, jinên rêxistinbûyî û berxwedêr in."

Tevgerê diyar kir, ji bo qirkirina jinê bi her awayî êrîşên xwînxwarî tên kirin û hemû jinên xwedî nasnameya şoreşgerî bûne hedefa dewleta mêr.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên xwe hemû jinên ciwan kiriye hedef û wiha hat gotin, "Di pêvajoya hikûmeta AKP'ê de destavêtin û destdirêjî veguheriye rewşeke asayî. Şîdet jî bûye zimanê bingehîn ê vê hikûmetê. Bi afirandina çirava narkotîk û fûhûşê re, jiyaneke pûç û tevizî tê afirandin. Bi sorkirina 'mêrantiyê' re hewl tê dayîn pêşî li nasnameya jinê ya berxwedêr bê girtin. Lê belê jinên berxwedêr ên ciwan, bi geşkirina berxwedanê bersivê didin. Hikûmeta AKP'ê ya faşîst û nêrza bi kuştin, girtin, binçavkirin û destavêtinê hewl dide teslîm bigire. Lê bersiva herî xurt a li van polîtîkayan, di şexsê hevrê Serhildan de hat dayîn. Bi rêya çalakiya xwe mesaj daye me jinên ciwan, ku li dijî dewleta mêr a her êrîşa li hemberî me rewa dibîne, divê em her cihî bikin xeleka ji agir û jiyanê li dijmin bikin dojeh."

Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger destnîşan kir, ku ji 9'ê Sibatê heta 15'ê Sibatê roja pêkhatina komploya navneteweyî, divê jinên ciwan ên şoreşger ji bo pêşîgirtina li van polîtîkayan, jiyanê li dijmin bikin jehr.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber ku vî dijminî, li dijî Rêberê me yê ku jiyana azad diyarî me kir di 15'ê Sibatê de komplo pêk anî û hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî yên têkoşîna azadiyê hînî me kir, kuşt. Di çavê dijmin de jina herî baş ew jin e, ku li her gavê tenişta mêrê xwe rûdinê, ji gotina bav-bira-hevser dernakeve, di çarçoveya sînorên ji aliyê AKP'ê ve hatine diyarkirin de makîneya çêkirina zarokan, zaroka bi zorê bi tecawizkar re hatiye zewicandin û dengê xwe li polîtîkayên qirkirinê nake. Lê belê Rêberê me û têkoşîna me ya azadiya jinê îspat kirine ku ji bo hemû jinên jiyaneke alternatîf û azad heye.

Ji ber vê yekê, weke tevgera jinên ciwan, heta pûçkirin û tevizandina hemû pêkanînên faşîst, mêtînger û nêrza, em dest bi pêvajoyeke nû ya çalakiyan dikin. Ev pêvajoya me ya nû, wê di 15'ê Sibatê salvegera komploya navneteweyî de bigihêje asta herî bilind. Divê em her qada jiyanê li dijmin biherimînin. Bi çalakî, bi rêxistinbûn, bi têkoşîna xwe re divê em bibin gogek ji agir û dijmin bişewitînin. Li kolan, febrîqe, atolye, dibistan û li ber bendan, yanî li her qada jiyanê û di her kêliyê de lazim e em li ber xwe bidin. Pêwîste em bi pêşengiya jinên ciwanan rê li ber serhildanan vekin. Bi serhildanên gel, divê em vê çirava ku dijmin daye nav, kûrtir bikin. Hewce ye em vê pêvajoya kaosê veguherînin kêliya azadiyê. Divê em bi Rêberê Azad û bi Jina Azad re welatê azad bafirînin. Ji bo vê jî roj roja geşkirina berxwedanê ye. Roja li dijî mêrantiyê, bilindkirina daxwaza azadiya jinê ye. Roja hişyarbûna jinên hewl tê dayîn bê bêdengkirin û teslîm bê girtin, e. Weke tevgera jinên ciwan, em ê jî pêşengiyê ji vê pêvajoya têkoşînê re bikin. Em pê bawer in, bi pêşengtiyeke rast em ê bi ser bikevin.

Em li dora paradîgmaya Rêbertî li hev bicivin û bi têkoşîna xwe, jiyana azad ava bikin. Em terora mêrantiyê hilweşînin û civakek xwe dispêre azadiya jinê bafirînin. Hem hemû beş û cihên dijmin bikin hedefa xwe. Bi berxwedanê û bi rêxistinbûnê em biherikin nava refên azadiyê. Li dijî polîtîkayên tinekirin û înkarê, em têkoşîna artêşa xwe ya gerîla ya leheng, bi serhildanên gel mezin bikin. Em bi tevgera jinên ciwan a şoreşger, ku navê bingehîn ê têkoşînê ye bibin yek. Bi rêya çalakiyên xwe, em pêşî li komploya navneteweyî bigirin. Bi azadkirina xwe, em Rêberê xwe azad bikin. Weke jinên ciwan, ji bilî zincîrên koledariyê tiştekî ku ji destê me biçe, nîne. Ya bi ser bikeve, wê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ciwan be. Em bang li hemû jinan dikin, ku bi şiyara 'Bi pêşengiya jinên ciwan, heta serhildan û azadiyê; tolhildan' tevlî têkoşînê bibin. Qedera sala 2017'an wê ji aliyê asta têkoşîna me ya li dijî komploya navneteweyî ve diyar bibe. Serketin wê bibe ya jinên ciwan ên bi çalakiyan dane ser şopa rastiyê."