Terora AKP'ê li Viyanayê hat protestokirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, di çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de, şîdeta li hemberî jinê û terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne hatin şermezarkirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, di çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê de, şîdeta li hemberî jinê û terora AKP'ê ya li Kurdistanê dimeşîne hatin şermezarkirin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê ya Navneteweyî, girseya gel li ber Karlsplatz Opera ya li Viyanayê civiya. Mîtînga ji aliyê Komeleya Jinê ya AVESTA ve hat organîzekirin, bi qedeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriYên Kurdistanê destpê kir.

Di çalakiyê de jinan wêneyên gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a bedena wê ji aliyê hêzên dewletê ve hat teşhîrkirin, Tûgçe Albayrak û şehîdên Nisêbînê hatin hilgirtin. Jinan pankartên bi nivîsa "Ji şîdeta li dijî jinê re na", "Berpirsyarê komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê, hikûmeta Tirk AKP ye" vekirin. Di çalakiya ku belavok lê hatin belavkirin de sînevîzyonek hat nîşandan.

Piştre Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê Rojda Korkût axivî. Korkût şîdeta li hemberî jinê nirxand û bal kişand ser girîngiya îlana xweseriya demokratîk a li Kurdistanê.

...