Têkoşîna azadiyê ya bi bisiklêtan a jinên Bexdayê

Li paytexta Iraq Bexdayê, komek ji jinan bi bisiklêtan digerin û ji bo azadiyê têdikoşin.

Ev çalakî bi pêşengiya Marîna Jaber pêk tê. Ji aliyê gelek kesan ve êdî weke 'jina bi bisiklêt' tê naskirin. Ev jina Misilman a 25 salî, li kolanên paytext Bexdayê ji bo Iraqiyên din bûye çavkaniya îlhamê.

Li gorî nûçeya AFP'ê, ev jin bi bisiklêta xwe ya sor û sorê xwe yê vekirî, di nava civaka mûxafazakar de rê li ber kelecanekê vekiriye. Vê hewldana Jaber di nava tevnên civakî de jî rê li ber bandoreke mezin vekir. Û veguherî tevgereke civaka sivîl. Jin êdî bi rêk û pêk li li navenda paytext Bexdayê bi bisiklêtan digerin.

Marîna Jaber ji AFP'ê re axivî û got, "Dayikan min û pîrka min bisiklêt dajotin. Ev normal bû." Jaber wiha dewam kir: "Ev tenê bisiklêt e, tiştekî ji rêzê ye, divê normal be."

Di dewama axaftina xwe de Jaber got, "Gelo civak hin tiştan li me qedexe dike, yan jî ji ber ku em dest jê berdidin, ew red dike? Ev pirseke girîng e ku demeke dirêj di hişê min de ey."

Marîna Jaber da zanîn, ku ji bo bersivê ji vê pirsê re peyda bike wê li nava taxê dest bi ajotina bisiklêtê kiriye û anî ziman, ev çalakiya wê bi destpêkê de bi xweşbînî nehatiye dîtin. Jaber diyar kir, piştî wextekê şêniyên taxê hînî vê bûne û got, "Eger dixwazim tiştekî bikim, ya ku divê bikim, destpêkirina vê ye."

Ev helwesta Jaber ku tabû şikand, ji bo gelek jin û ciwanan bû çavkaniya îlhamê. Bi rêya Înternetê gelek mesajên pîrozbahiyê ji Jaber re tên şandin. Jaber dibêje, piraniya van mesajan jî ji jinên ciwan tên û wiha dewam dike: "Dibe ku pêwîstiya wan bi wê hebû, ku hinek rabe mafê wan biparêze."

Marîna Jaber dibêje, "Her çiqas bisiklêt ne li derveyî qanûnan jî be, Iraqî ji ber şer nikare gelek tiştên beriya niha dikirin, bikin."