Taşdemîr: Di 16’ê Nîsanê de darbe hate kirin!

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Taşdemîr got ku, darbe li referandûmê hate kirin û xwest bila hilbijartin betal bibe.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP’ê derbarê encamên referandûmê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Bajêr a HDP’ê ya Amedê Gulşen Ozer û rêveberên jin ên HDP’ê beşdar bûn. Taşdemîr diyar kir ku me li hemberî tifaqa AKP û MHP’ê kampanyayeke azadîparêz û demokratîk bi rê bir û spasiya hemû jinan û gel kir ên ku ligel sansur û pêkutiyan gund bi gund, tax bi tax û kolan bi kolan qala kampanyaya ‘Na’yê kirin.

‘EM BI SER KETIN’

Taşdemîr destnîşan kir ku kampanyaya ‘Na’yê di şertên dijwar de hate kirin û ligel tundî û pêkutiyan jî derket holê ku gel bi cihêtiyên xwe hatin ba hev û têkoşîn geştir kirine. Taşdemîr got ku ‘Na’ deriyekî nû vekiriye û li hemberî siyasetê bûye dengekî xurt ê îtîrazê û diyar kir ku ji ber vê jî di referandûmê de ‘Na’ bi ser ketiye.

Taşdemîr got: “Ji bo Kurdan îtîraz di 16’ê Nîsanê de dest pê nekirin. Ji roja ku vê pêşnûmaya zagonan hat meclîsê, hat nîqaşkirin û dengên îtîrazan bilindtir bûn. Me di şertên darbe û Rewşa Awarte de xebatên xwe kirin. Li qadan ji me dipirsîn ‘Gelo wê çiqasî fen û fût were kirin?’ û ev pirs jî nîşana sereke ye ku wê hilbijartin bi guman bûna.”

BINÇAVKIRIN Û GIRTIN

Taşdemîr diyar kir ku li bejahiyan pêkutî zêde bûn û li hin gundan dengên kesên mirî jî hatine dayîn û got: “Tirkiye li jêr pêkutiyê kete hilbijartinan. Ligel ku şaredariyên wan hatine desteserkirin, parlementerên wan hatine girtin jî bajarên rûxandî bi dengên xurt gotin ‘Na’. Divê mirov bala xwe bide vê peyama ‘Na’yê.”

Taşdemîr bal bir ser vê yekê ku Kurdan “Plana Rûxandinê” rûxandin û got:”Encama heyî gelekî girîng e. Ji sedî 48 gelekî bi qîmet e. Li her derê îtîrazên jinan bilind dibe. Îtîraz têkoşîna rewa û demokratîk e. Bi van pêkutiyan dixwazin binçavkirin û girtinan bidin dest pê kirin.”

‘BILA WERE BETALKIRIN’

Taşdemîr got: “Di 7’ê Hezîranê de darbeyeke siyasî pêk hat. Di 15’ê Tîrmehê de FETO’yan kir. Herî dawîn jî em duçarî darbeya Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bûn. Ji ber ku encama wê ne bi dilê gelan e. Divê vê îradeyê qebûl bikin û divê ev hilbijartin were betalkirin.”