Talîbanê vê carê jî radyoya ‘Dengê Jinê’ girt

Talîbanê qedexe û zexta li dijî jinan didomîne. Vê carê jî radyoya ‘Dengê Jinê’ ya ku bernameyên li ser qedexekirina perwerdehiya zarokên keç pêşkêş dike, girt.

Li Efganistanê ji dema ku Talîban di Tebaxa 2021’an de dest daniye ser desthilatdariyê û vir ve, gelek qedexe li jinan hatin sepandin. Herî dawî di 30’ê Adarê de istasyona radyoya ‘Dengê Jinê’ ya li Bedahşanê girt.

Rêveberiya Ragihandin û Çandê ya Talîbanê radyoya herêmî ya bi navê "Dengê Jinê" bi îdiaya ku di meha Remezanê de weşana muzîkê dike, girt.

Li dijî wê Rêvebira radyoyê Naglaa Şêrzad jî destnîşan kir ku, ji ber wan bernameyên derbarê qedexekirina perwerdehiya zarokên keç pêşkêş kirine, ev yek hêzên Talîbanê aciz kiriye. Şêrzad diyar kir ku, piştî Talîbanê rêveberiya welat desteser kiriye radyoyê wan gelek caran cezaya girtinê, girtiye û anî ziman ku ji ber van astengî û cezayan xebatkarên radyoyê ji malên xwe bernameyên radyoyê pêşkêş kirine.