Şoreşa Sûriyeyê ketiye ser rêya rast

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Nesrîn Ebdullah diyar kir, pêngava Reqayê şoreşa Sûriyeyê xistiye ser rêya xwe û got, Tirkiye mîna hucreyeke kanserê xwe berdaye nava bedena ax û gelên Sûriyeyê.

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Nesrîn Ebdullah, cudahiya pêngava rizgarkirina Reqayê ji pêngavên din, rol û erka YPJ'ê di vê pêngavê de û armancên Tirkiyeyê yên li herêmê ji ANF'ê re nirxand:

PÊNGAV PÊVAJOYEK JI GELEK QONAXAN PÊK TÊ

"Pêngava rizgarkirina Reqayê pêvajoyek e. Qonax li gorî şert û mercên avhewayê, herêmê û erdnîgarî tên destpêkirin, dewam dikin û bi dawî dibin. Şert û mercên; bêhnvedana hêzên me, pêdiviyên perwerde û teknîkî jî rewşê diyar dikin.

CUDAHIYA JI PÊNGAVÊN DIN

Ji aliyê armancê ve ji pêngavên din cudatir e.

* Cudahiya bingehîn ew e, ku desteka gelê herêmê bi temamî bi dest xistiye. Hemû pêkhateyên herêmê derketin pêşberî çapemeniyê û ragihandin, ku ew destekê didin. Wekî din, jin û ciwan bi hezaran ciwanên Ereb tevlî vê pêngavê bûn. Pêngava Reqayê şoreşa gelê Ereb jî xist ser rê. Şoreşa Sûriyeyê li Deraayê bi pêşengiya gelê Ereb dest pê kir. Pêşengê rasteqîn ê vê şoreşê derneket holê. Yên derketin holê, maşikên hêzên herêmî û navneteweyî ne. Ev bû sedem ku şoreş ji ser rê û xeta xwe derkeve. Pêngava Reqayê bi yekîtiya ku di nava gelên herêmê de afirand, şoreş jî xist ser rêya rast.

* Ya duyemîn, tevlîbûna ewqas ciwanên Ereb, kir ku bingeha artêşa neteweyî ya Sûriyeya Demokratîk ava bibe. Ya rast, mirov dikarin bêjin ku ev yek temam jî bûye. Ev artêş ne artêşeke welê ye ku êrîşî gelên din dike, wan talan dike. Li ser bingeha feraseta felsefeya parastina xwe û hemû gelan ava bûye.

QSD NE TENÊ HÊZEKE LEŞKERÎ YE

QSD a ji hemû gelan pêk tê, bi pêngava dawî re îspat kir ku dendika artêşa Sûriyeya Demokratîk e. QSD, ku YPG û YPJ jî di nav de ne, ne tenê hêzeke leşkerî ye. Di heman demê de hêzeke civakî ye. Ji ber ku li her cihê rizgar kiriye, sekneke exlaqî nîşan dide. Li cihê rizgar dike, mafên civakî, dîrokî û nirxên gelan diparêze. QSD hêzeke parastinê ya civakî, exlaqî û çandî ye.

AVABÛNA FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ

Pêngava Reqayê avakirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye. Li her cihê tê rizgarkirin, sîstema ku gel karibe xwe bi xwe bi rê ve bibe, tê avakirin. Şoreş ev bi xwe ye. Civak, kom, çand û zayendên li cihên hatine rizgarkirin, heta ku di nava sîstemekê de xwe birêve nebin, hingî mirov nikarin bêjin ku şoreş pêk hatiye.

ROL û ERKA YPJ'Ê

Hebûn, rol û berxwedana YPJ'ê, faktoreke bingehîn e ku şoreşa me ji şoreşên din cihê dike.

* Di her sê qonaxên pêngava Reqayê de YPJ bi şervan û fermandarên xwe re li refên herî pêş cih girt. YPJ di vê pêngavê de ji aliyê temsîlî û fermandariyê ve bi şêweyê koordînekirinê cih girt. Ev pêngav ji aliyê 2 fermandarên QSD û YPJ'ê ve tê birêvebirin û koordînekirin.

* YPJ li herêmê û qada navneteweyî bû modelek. YPJ bi berxwedana xwe re modelek afirand ku her kes dikare ji tecrûbeyên wê sûdê werbigire.

* YPJ ne hêzeke welê ye ku tenê ji aliyê leşkerî ve bê nirxandin. YPJ hêzeke îdeolojîk e. Hêzeke afirandina kesayet e, bi vîn, pîvan û zanebûnê jiyana xwe bi rê ve dibe. Garantoriya hebûna timî ya kesayetiya nû û jiyana nû ye.

* Em rizgarkirina jinekê weke rizgarkirina welatekî dibînin. Dema em jinekê azad dikin, em hingî welatekî azad dikin. Em azadkirinê jî têr nabînin. Piştî ku îradeya xweparastinê afirand, hingî em dibêjin ku me erka xwe bi cih anîne.

MÎNAKA MINBICÊ

Mînak hêzên me li Minbicê şer kirin. Şehîdên me çêbûn. Piştî ku hat rizgarkirin, me li wê derê hêzeke parastina jinê ava kir. Niha hejmara şervanên jin zêde bûye. Bi navê Şehîd Sema akademiyên xwe yên perwerdeyê vekirine. Di rojên pêş de wê Meclîsa xwe ya leşkerî jî ragihînin. Di mijara perwerde, lojîstîk û cebilxaneyê de me bi her awayî destek dan. Di vî warî de hewldanên me wê li her qadê bidomin. Ji bo Reqayê jî em li heman tiştî difikirin. Di destpêkê de Meclîsa Sivîl hat ragihandin. Piştre Meclîsa Leşkerî hat ragihandin. Niha jî amadekarî tên kirin ku meclîsa leşkerî ya jinê were ragihandin. Ji bo Jinên Suriyanî jî em bi heman rengî ketin nava hewldanan. Di destpêkirina qonaxa sêyemîn a pêngavê de, yek ji wan jinan li ser navê jinên Sûryanî di dema daxuyaniyê de amade bû.

TIRKIYE ÇI DIXWAZE?

Tirkiye niha di nava çiravê de ye. Herêma ku destûr ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn ku bikeve navê, ji sê aliyan ve herêmeke xetere ye. Meseleya Tirkiyeyê ne tenê Bab e. Ne meseleya parçeyekî erdnîgariyeke mezin e. Ya yekemîn, Tirkiye hêzeke dagirker e. Ya duyemîn Tirkiye dibêje 'Ez ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê têm', lê ew bi xwe krîz e. Tirkiyeyê ne tenê xiyanet li komên xwe yên çete kir. Di bin  navê cîrantî û însanbûnê de xiyanet li gelên Sûriyeyê jî kir. Mirov dikarin Tirkiyeyê û komên pê ve girêdayî weke hucreyeke kanserê ya bi Sûriyeyê ve ketiye bi nav bikin. Divê gelên Sûriyeyê vê bibînin, vî parçeyî jê bikin û bavêjin. 'Mertala Firatê' hucreyeke kanserê ye ku bi ax û welatê Sûriyeyê ketiye. Tirkiye ji bo ev hucre bêhtir belav bibe, di nava hewldanên cidî de ye. Ev yek trajediyek gelên Sûriyeyê ye.

Li herêma ku Tirkiyeyê dagir kiriye, gelên Sûriyeyê di nava felaketê de ye."