SMJÊ wê ji gelek bajarên Elmanyayê nameyan ji Ocalan re bişîne

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), wê sibe ji gelek bajarên Elmanyayê nameyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişîne.

Endamên Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî (SMJÊ) li ser banga kampanya  TJK-E ya bi navê 'Nameyek ji bo Azadiya Rêber APO', sibe dest bi çalakiyan dike.

SMJÊ der barê mijarê daxuayniyeke nivîskî weşand û ragihand, wê di 27'ê Tîrmeha 2016'an de nameyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin û bang li jinên Êzidî kir ku bi xurtî tevlî vê çalakiyê bibin.

SMJÊ wiha berdewam kir: "Eger em wek civaka Kurdên Êzidî piştî ewqas fermanan, hîna jî bi nasnameya xwe hebûna xwe îfade dikin. Ev yek tenê bi felsefeya Rêber APO gengaz bû. Yên herî dawî di fermana 73'an jî xwedî li civaka me derketin û Şengal rizgar kirin hemû şagirtên Rêber APO bûn. Yên wek nêviyên Derwêşê Evdî û Edûle ruhê berxwêdêr ji nû ve di nava civakê dan jiyîn û parastina civakê mayînde kirin dîsa jî şagirtên Rêber APO bûn.

Ji lewra, di serî de Jinên Êzidî ji bo xwe wek erkêk bîngehîn dibînin ku li ser hîmê bîrdoziya azadiya jinê bi ruhê Bêrîvanan û Sakîneyan heyanî Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di nav çalakiyan de bin. Eger Azadiya me ya Jinên Êzîdî û tevahiya Jinan hebe tenê bi Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ra gengaz dibe."

BANGA TEVLÎBÛNÊ
 
SMJÊ di dawiyê de destnîşan kir ku çalakiyên hemwext wê roja Çarşemê (27.072016) saet di 15:00 de li postxaneyên bajarên Elmanyayê di serî de li Berlîn, Bremen, Oldenbûrg, Celle, Hannover, Walsrode, Lehrte, Nîenbûrg, Bîelefeld, Wesel, Emmerîch bi pêşengtiya jinên Êzidî nameyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê şandin."