Şîdeta li dijî jinê gelo wê piştî 25'ê Mijdarê ji rojevê derkeve?

Dema hewl were dayîn daneyên li ser şîdeta li hemberî jinê were lêkolînkirin, wê heqîqet dernekeve holê. Tevî ku ev mijar bi qasî dîrokê kevn e, Civata Giştî ya NY ancax di sala 1993'an de Danezana Pêşîgirtina Şîdeta li hemberî Jinê qebûl kir.

Dema hewl were dayîn daneyên li ser şîdeta li hemberî jinê were lêkolînkirin, wê heqîqet dernekeve holê. Tevî ku ev mijar bi qasî dîrokê kevn e, Civata Giştî ya NY ancax di sala 1993'an de Danezana Pêşîgirtina Şîdeta li hemberî Jinê qebûl kir. Di vê danezanê de ev rastî bi vî rengî tê pênasekirin: Li qada cemawerî û taybet, çalakiya şîdetê ya zayendîparêz a li hemberî jinê, ku ji aliyê fîzîkî, zayendî û hestewarî ve zerarê dide yan jî pêkane ku zerarê bide, yan jî gefa li ser pêkanîna vê hewldanê, yan jî bi kêfî astengkirina azadiya jinê.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî piştî 6 salan, yanî di sala 1999'an de 25'ê Mijdarê weke Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê diyar kir. Eger dîrokê bi tena serê xwe karîbûya em bigihanda heqîqetê, em ê hinekî li dema berê vegeriyan û me yê xwişkên Patrîava, Mînerva û Marîa Mîrabel ên li dijî dîktatoriya Komara Domînîk têkoşiyan, bibîr bianiya. Em dikarin şîdetê, hovîtiya bi serê van her sê xwişkan de hatin pênase bikin, ku piştî rastî tecawizê hatin cesedên wan avêtin ber zinarekî.

ŞÎDETA LI HEMBERÎ JINÊ BI QASÎ HIŞ Û BÎRA MIROVAHIYÊ KEVN E

Oscar Wîlde dibêje, "Dîroka jinbûyînê, dîroka herî zordar a cîhanê ye". Ev gotin, ji daneyên bi mejiyê mêr hatine nivîsandin bêhtir dikare me nêzî heqîqetê bike.

Mîtolojî hin agahiyan dide ku şîdet li Sumeran a ku weke destpêka dîrokê tê dîtin, hebûye. Tê vegotin, ku Xwedayê Sumeran Enlîl beriya bi Xwedawendê Nînlîl bizewice, dest diavêje wê. Di mîtolojiya Yewnan de Zeûs vê çanda şîdetê dewr digire. Zeûs 8 jê Xwedawendên bêmirin bi 28 jinan re dizewice û bi talankirina taybetmendiya herî xurt a her jina pê re zewiciye, tê naskirin.

Çavkaniyên nivîskî jî heman tiştî dibêjin. Di qanûnên beriya Hammûrabî di Ana Îttîsû de wiha tê gotin: Eger jinek ji hevserê xwe re bêje ez ji te nefret dikim û tu ne hevserê min e, hingî wê wê (jinê) biavêjin nava çem.

Di çavkaniyên nivîskî yên Yewnan a Antîk de qal tê kirin, ku jineke ciwan eger bêyî destûra bavê xwe keçaniya xwe winda bike, wê ji hespekî çavsorî re bibe êm.

Li gorî lêkolînên arkeolojîk, ji sedî 9-20 ê hestiyên mûmyayên mêr şikestî ne, lê yê jinê ji sedî 30-50 şikestî ne. Suneta jinê ku weke çavkanî civakên Rojhilata Navîn û Misilman tê binavkirin, hat îspatkirin ku di dema Yewnan a Antîk, Roma û beşek ji Ewropayê de hebû.

HIQÛQ AMÛRA REWAKIRINA ŞÎDETA MÊR E

Her wiha em ji dîrokê fêm dikin, ku hiqûq a divê ji bo tevahiya civakê be, fonksiyona xwe ya esasî rewakirina şîdeta mêr e.

-Li gorî qanûnên Hammûrabî, ku yekemîn belgeya nivîskî ya hiqûqê ya dîrokî ye, jin weke milkên din ên mêr tê dîtin.
-Li Mezopotamyayê, jina rastî destavêtinê hatiye, tevî êrîşkar wê diavêtin çemên Dîcle û Firatê.
-Qanûnên Solon, meşa jinê ya li kolanan, tevgera wê ya li bazarê, destnîan kir.
-Li gorî qanûneke Gîrît a asla 1450 Beriya Zanînê, cezayên ji ber destavêtinê tên dayîn, li gorî keçîn an jî nekeçîna jinê diguherin.
-Qanûnên Îngilîstanê maf dida jinan ku îşkenceya fîzîkî li jinan bikin.
-Li DYA heta sala 1884'an qanûnî bû ku mêr li hevsera xwe bixe.

OLAN HEVKARÎ BI MÊRAN RE KIRIN

Olên ku ji bo bindestan derketin holê jî, ji bo jin ji şîdetê rizgar bibe, têrê nekirin. Bi rastiyên ku li şûna çanda Xwedawendiyê ya hat tinekirin re hat avakirin, jin weke çavkaniya hemû nebaşiyan hatin nîşandan (Qutiya Pandora, Lîlîth, Adem û Hawa hwd.)

Recm a ku niha malî civakên Rojhilata Navîn (Yên Îslamiyetê) tên kirin, ji aliyê esasî ve rêbazeke cezakirinê ya Mûsewîtiyê ye, ku li hemberî jina zîna kiriye tê bikaranîn. Di Xiristiyaniyê de jî, nêçira pîrebokan ku ji sedsala 12'an heta sedsala 17'an dewam kir û rê li ber qetilkirina 300 hezar jinan vekir, hemû bi destûra dêrê hatin kirin. Îslamiyetê bi pênaseya kaîd (zayendiya jinê weke xeteriyeke potansiyel dibîne) re, hîcab (dûrxistina bedena jinê ji qada cemaweriyê) xist meriyetê û jin xist nava zordariyeke nû ya civakî.

BEDENA JINÊ WEKE ENIYEKE ŞER E

Destavêtin ku cara yekê di navbera kabîneyan de weke taktîkeke şer hat bikaranîn, di hemû şerên herikîna dîrokê de hat bikaranîn. Cengîz Han ê dagirkeriya 13. a Mogolan meşand bi gotina, "Karê herî mezin ê mêrekî yê di jiyanê de têkbirina dijminê xwe, siwarbûna li hespên dijmin û bidestxistina jinên wan e" işaret bi vê taktîkê kir. Ev rêbaz di hemû şeran de hat bikaranîn.
Dema dîroka nêz bê lêkolînkirin:
Di Qirkirina Ermeniyan a navbera salên 1915-1916'an de ku 1,5 mîlyon mirov hatin qetilkirin, der barê jinên rastî destavêtinê hatine de, agahî nîne. Di vê mijarê de bîr û hişê mirovan, dîroka devkî dikeve dewrê.
-Japonan di salên 1930-1940 de li hin welatên Rojavayê Asyayê yên dagir kirin, li gorî hin çavkaniyan 400 hezar, lê li gorî hejmara ku tê qebûlkirin 200 hezar jin bi zorê li 'cihê firotina bedena jinê' xebitandin.
-Di şerê duyemîn ê cîhanê de bi tenê li Berlînê 100 hezar jin rastî destavêtinê hatin.
Ev sûc, ne piştî Duyemîn Şerê Cîhanê li Dadgehên Nurnbergê, ne jî li Dadgehên Tokyoyê bûn mijara darizandin. Japonyayê di sala 1994'an de 800 mîlyon dolar da Weqfa Jinên Asyayê, lê vê yekê têra rakirina vê trajediyê nekir.

Herikîna dîrokê, dema ji aliyê rewşa jinê ve were nirxandin, nepêkane ku weke pêşketinê bê nirxandin. Berevajî vê yekê destavêtin hîn bêhtir bi rêk û pêk bû. Vaye hejmarên wê:
Di sala 1971'ê de di dema îsyana Pakîstanê ya Bangladeşê 400 hezar
-Di navbera salên 1996-1999'an de li Kosovayê 60 hezar jin rastî destavêtinê hatin.
Di sala 1998'an de bi Peymana Dadgehên Ceza ya Romayê re destavêtin, 'fûhûşa bi zorê', 'bi zorê ducanî hiştin', 'bi zorê sêrkirin' weke 'sûcê li dijî mirovahiyê' hat pênasekirin.
-Di dadgehên sala 2001'ê de bi tenê 3 kes hatin mehkûmkirin!
-Di şerê Bosna yê navbera salên 1992-1995 de 35 hezar
-Di dema şerê navxweyî yê Rûanda yê sala 1994'an de 500 hezar jin radestî destavêtinê hatin.

Di van hejmarên ku me weşandin de, li kîjan welatî, li nava kîjan etnîkî, di şerê li ku derê de dibe bila bibe, ji ber ku kiryar mêr e, yên rastî destavêtinê tên û hatine jî ji kîjan netewe, kîjan welatî dibe bila bibe jin e. Lewma em bi taybetî navê gelan bilêv nakin.

KIRYARÊN ŞÎDETÊ YÊN HERÎ NÊZ IN

Ev hemû pêwîstiya xwe bi lêkolînên cuda û kûr tîne. Li gorî rapora Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, li gelemperiya cîhanê 1 ji 3 jinan rastî şîdeta fîzîkî yan jî zayendî tên. Ji sedî 70 ê kiryarên qetilkirina jinan, hevserên wan e.